Hişyar Zêbarî: Xwepêşandan û pêkanîna hikumetê ji hev cudan e

Hewlêr (Rûdaw) – Xwepêşandanên li hinek parêzgehên başûr û naverasta Iraqê yên ji bo xizmetguzariyên sereke yên weke av û elektrîkê dibin sedem ku hinek din avakirina hikûmeta nû dûrbikeve.

 

Li gor destûra Iraqê, parlamento di hundirê sê mehan de bi dengê du li ser sê yên endaman, serokomarê nû hildibijêre. Serokkomarê nû di hundirê 15 rojan de berbijêrê fraksyona herî mezin a nav parlamentoyê radispêre bo pêkanîna hikûmetê. Ew berbijêr jî divê di 30 rojan de kabîneya nû ya hikûmetê pêşkêşî parlamentoyê bike daku baweriyê bidest bixe û divê her wezîrek jî baweriya piraniya endamên parlamentoyê bidest bixe.

 

Li parêzgehên başûrê Iraqê ev 13 roj in xwepêşdanan berdewam dikin. Xwepêşander dirûşmên li dijî gendeliyê bilind dikin û daxwaz dikin xizmetguzariyên sereke yên weke av û elektrîkê werin dabînkirin.

 

Kurdan merc ji bo  serokwezîrê dahatî yê Îraqê hene. Eger sozên ku di dema danustandinan de dide Kurd cîbicî neke, wê serokwezîr were guhertin.

 

Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hişyar Zêbarî jî ji Rûdawê re got: “Di nava 3 mehan de hikumeta nû ya Iraqê dê were pêkanîn û niha jî girîng e hikumeta Iraqê daxwaziyên xwepêşanderan cîbicî bike ji bo ku danustandinên pêkanîna hikumetê zûtir destpê bikin.”

  

Di çarçoveya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de navbera herdu aliyên Kurd û Şiê de hinek hevdîtin hatin kirin.

 

Derbavê yekê de Berdevkê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Seidî Ehemd Pîre got ku wan ji Dewleta Yasa û Fetih re gotiye ku divê bernameyek kar ji bo hikumeta nû bê danîn ji bo ku eger ew aliyên hikûmetê ava dikin pêbendî beranmeya karê xwe nebû, ji kar were dûrxitin.