AMÊDÎ - Li Çiyayê Gare hirçek kuştî hate dîtin

Amêdî (Rûdaw) – Li Başûrê Kurdistanê li Çiyayê Gare hirçek kuştî hate dîtin.

 

Îro roja şemiyê 22ê Tîrmeha 2017an, li Çiyayê Gare hirçek ketiye xefikekê û piştre jî ji aliyê hin kesan ve hatiye kuştin.

 

Veterînerê Rêxistina Parastina Ajelan a Kurdistanê Silêman Temer ji Rûdawê re ragihand, ku kuştina ajelan a bi vî şiklî zêde bûye û got: “Hin kes tenê ji bo wêneyekê bikşînin û li ser medyaya civakî belav bikin, van ajelan dikujin.”

 

Silêman Temer bal kişande ser wê yekê, ku ji ber kuştina wan, dibe ku li Kurdistanê dawî li van ajelan bê û got: “Sala par li devera Soran jî hirçek hatibû kuştin û herwiha di sala 2011an de jî çar hirçên din li sînorê Amêdiyê hatibûn kuştin.”

 

Weke din Temer amaje bi wê yekê kir, ku li Kurdistanê cûreya van hirçan gelek hindik mane û ew jî bi taybetî li sînorê navçeya Çomanê di nav daristanan de dijîn.