Simkoyê Şikak; Bavê nasyonalîzma Kurd

Hewlêr (Rûdaw) – Simkoyê Şikak weke kesayetek nîştîmanperwer û nûxwaz dihate naskirin. Gelek kes wî weke bavê nasyonalîzma Kurd binav dikin.

 

Smayîl Axayê Şikakî ku weke Simkoyê Şikakî tê naskirin, di sala 1887ê li Ûrmiyeya Rojhilatê Kurdistanê jidayikbûye. Kurê Mihemed Axayê serokê hoza Şikak e. Piştî mirina bavê xwe û bi destê rejîma Îranê yê wê demê, kuştina birayê wî Cefer Axa, serokatiya hoza Şikak kete destê wî.  

 

Simko kesayetek nîştîmanperwer û nûxwaz bû. Gelek kes wî weke bavê nasyonalîzma Kurd binav dikin. Herwiha gelek dîrokzan Şoreşa Simko weke yekem hewla serxwebûnê ya Kurdên Rojhilat dibînin.  

 

Di havîna sala 1919ê de Simko bajarê Ûrmiyê ji bin destê desthilata wê demê yê Îranê derxist. Di sala 1922ê de jî damezrandina hikûmeta Kurdistana Serbixwe ragihand û xwe jî weke paşa nasand. Govara Kurdistanê jî weke ragihandina fermi ya hikûmetê derket.

 

Navûdengê Simko li Kurdistanê û hemû Rojhilata Navîn belav bû. Di raporên wezaretên Tirkiye, Iraq, Îran, Rûsya û Brîtanyayê de navê wî û şoreşa wî tomar bû.

 

Rojnameya navdar a Amerîkî New York Times di raporekê xwe yê sala 1922ê de behsa Şoreşa Simkoyê Şikak dike û radigihîne ku Hikûmeta Kurdistanê hatiye damezrandin. Di raporê de tê gotin ku sînorê vê hikûmetê jî Ûrmiye, Selmas, Kirmanşan û Erdelan e. New York Times dibêje çavê Simko li Lirositanê ye.

 

Piştî serkeftina hêzên Simkoyê Şikak, bajarê Ûrmiyê 4 salan di bin destê Hikûmeta Serbixwe ya Kurdistanê de ma. Lê paşî artêşa Îranê bi serokatiya Riza Şahê Pehlewî êrîşeke berfereh anî ser bajarê Ûrmiyê û bajêr kontrol kir. Simko û hêzên wî vekêşiyane Bakûrê Kurdistanê.

 

Di sala 1924ê de biryareke giştî yê lêborînê derket û Simko carek din vegeriya Rojhilatê Kurdistanê.

 

Di sala 1926ê de carek din dest bi şoreşê kir lê vê care hewla wî sernekeft û carek din vegeriya Bakûrê Kurdistanê. Simko li vir jî ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve hate girtin û demekê di girtîgehê de ma. Piştî azadkirina wî vegeriya Rôjhilatê Kurdistanê.

 

Simko Axayê Şikak di 30ê Hezîrana sala 1930ê de bi planekî karbidestên wê demê yê rejîma Îranê, li bajarê Şino hate şehîdkirin.