Li Tirkiyê neviya 4 salî ya Apê Mûsa hat cezakirin

 

Batman (Rûdaw) – Li Tirkiyê, neviya 4 salî ya nivîskarê navdarê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) ya bi navê Asîwa ku welatiya Swêdê ye, bi hêceta ku mafê wê yê rûniştina li Tirkiyê tine, bi 650 lîre (nêzîkî 380 dolar) hat cezakirin.

 

Li gorî ajansa DHAyê, kurê Apê Mûsa yê bi navê Dîcle Anter ku li şaredariya bajarê Batmanê de kar dike, bi keça xwe ya bi navê Asîwa re çûbû Azerbaycanê.

 

Li gorî nûçeyê, dema Dîcle û keça xwe roja 12ê Tîrmehê vegeriyan Tirkiyê, bi hêceta ku keça wî serî li rêveberiya karûbarên biyaniyan nedaye û mafê rûniştina li Tirkiyê wernegirtiye, bi 650 lîreyan hat cezakirin.

 

Dîcle Anter li hember vê rewşê nerazîbûn nîşan da û got, keça min li Batmanê hatiye dinê lê ji ber ku di navê wê de pîta “W” heye navê wê nehat tomarkirin û nebû welatiya Tirkiyê. Jixwe me ji bo vê yekê serdana Konsulxaneya Swêdê kiribû. Ez jî welatiyê Swêdê me. Dema ez û keça xwe vegeriyan Tirkiyê em rastî vê yekê hatin.

 

Bavê Asîwayê anî ziman ku beriya niha jî ji deriyê sînorî yê Xabûrê (Îbrahîm Xelîl) re derbas bûne lê rastî pirsgirêkeke wiha nehatine û wiha got: “Ji ber ku mafê rûniştinê yê Asîwayê li Tirkiyê tine û bi hêceta ku me ji bo wergirtina mafê rûniştinê serî li saziyên têkildar nedaye bi 650 lîreyan em ceza kirin. Lê dema min ji wan re got pere bi min re tine nehîştin keça min derbasî Tirkiyê bibe, ji min re gotin divê tu heta 10 rojên din serdana rêveberiya biyaniyan bikî. Em li vir hatin dinê û mezin bûn. Hikûmet li aliyekî navên kurdî û weşanana kurdî serbest dike lê ji aliyê din em nikarin ji ber pîtekê navê keça xwe bidin tomarkirin.”

 

5 zarokên Dîcle Anter hene ku 4 ji wan jibilî ku welatiyên Tirkiyê ne welatiyên Swêdê ne jî lê Asîwa ji ber ku di navê wê de pîta qedexe ya “W” heye, nekariye bibe welatiya Tirkiyê.

 

Li gorî reform û guhertinên herî dawî yên Tirkiyê, êdî qedexe li ser pîtên kurdî yên “W, Q, X” hatibû rakirin.