Amed (Rûdaw) – Navê kesên di şandeya Bakur de cih digrin û li ser vexwendnameya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duh çûn Hewlêrê, diyar bûn. Aşkera bû Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî piştî vegera ji Îmraliyê derbasî Hewlêrê bûye.
Duh li ser vexwendnameya Serokê Herêma Kurdistanê ji Bakur şandeyek ji serokên partiyên siyasî û saziyên sivîl pêk dihat, ber bi Hewlêrê ve bi rê ket. Şande ji bo civîna amadekariya Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê ya herçar perçeyan hatine vexwendin. Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê lîsteya kesên ji Bakur çûne civîna Hewlêrê eşkere kir.
Lîsteya navan wiha ne:
1. Hevserokê KCD’ê:Ahmet Turk
2.Hevserokê BDP’ê: Selahattîn Demîrtaş
3.Parlamentera BDP’ê: Mulkiye Bîrtane
4.Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Mazlum Dînç
5. Elewiyên Mezopotamyayê: Nurhayat Altun
6.Nûnera Tevgera Jinên Azad û Demokrat: Meryem Adibelî
7- Tevgera Jinên Azad û Demokrat: Fîgen Ektî
8.Meya-Der: Leyla Ayaz
9. Li ser navê KESK’ê: Kasim Bîrtek
10. Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Sosyalîzmê OSP’ê: Sînan Çîftyurek
11.Alîkarê Serokê Baroya Amedê: Nahît Eren
12. Serokê Giştî yê KADEP’ê: Lutfî Baksî
13.Serokê Giştî yê DDKD’ê: Îmam Taşçier
14- Tevgera Îslamî ya Gel: Fîkrî Bozkurt
15. Berdevkê Însiyatîfa Azadiyê: Adem Ozcaner
16-Azîze Abîş
17-Salîha Aydenîz
18- Ji Koma Diyalogê ya Dîcle Firatê: Nesîme Çîmen
19- Serokê Platforma Demokrasiyê ya Kurdan: Sertaç Bucak
20-KCD: Mehmet Baysal
21- Serokê Komeleya Mafên Mirovan (KMM) a Amedê: Racî Bîlîcî
Her çende di lîsteya KCDê şandî de navê cîgirê serokê HAKPARê Bayram Bozyel nîne jî, lê di civîna kumîteya amadekar a kongreya neteweyî li Hewlêrê de beşdar e.
Her çende di lîsteya KCDê şandî de navê cîgirê serokê HAKPARê Bayram Bozyel nîne jî, lê di civîna kumîteya amadekar a kongreya neteweyî li Hewlêrê de beşdar e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse