Malbatên qurbaniyên şewatê: Amarên fermî ne rast in

22-06-2024
Abdulselam Akinci
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Koçberên Winda Kurd Şemal Hîsamedîn
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Cenazeyên miriyên agirê Amed û Mêrdînê yek bi yek tên veşartin.

Li gorî amarên fermî 12 kesan canê xwe ji dest daye lê li gorî xelkê hejmara mirî û birîndaran zêdetir e.

Kerîme Erdenliya ji gundê Herbêrê yê Çinara Amedê ye îro sere sibehê wefat kir û cenazeyê wê jî hat veşartin.

Bi wefata Kerîme re Erdenliyê hejmara miriyan zêde bû.

Lê li gorî Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca hejmara miriyan 12 e.

Xizmên qurbaniya di wê baweriyê de ku amarên ku tên eşkerekirin ne rast in û hejmara miriyan zêdetir e.

Li aliyê din jî, Serdozgeriya Çinarê li ser şewatê lêpirsîn daye destpêkirin û li ser sedema derketina agir lêkolîn tê kirin.

Li goristana gundê Herberê cenazeyê jina 56 salî û dayîka 8 zarokan Kerîme Erdenliyê hat veşartin.

Keç û kur, meriv û cîran û dost û hevalên wê bi dilê tije êş û azar û bi çevên girî û bi dengê nav dilên xwe û bêçare temaşeyî, xatirxwestina wê ya dawî dikin.

“Ez li ber geriyam lê dîsan jî çû nava agir”

Dema şewat derketiye Kerîme û jintiya wê Zekiye bi hev re hewl daye ku agir vemirînin lê agirê gur û har dawî li jiyana wê aniye.

Merivêkî Kerîme Erdenliyê behsa çûna Erdenliyê ya nav agir kir û wiha got:

“Ez pir li ber wê geriyam, min pir israr kir. Min kir nekir got kâinat jî rabe ez dê herim.

Min got lawo nere! Nere! Nere! Her duyan dan pey hev çûn.”

Keça Kerîme Erdenliyê jî wisa behsa wê rojê dike:

“Hingî firtoneyek zêde hebû kesî kes serwext nedikir. Me nizanî bû. Gundî gişt çûn me nizanîbû dêya me wer bûye.”

Li gorî amarên fermî yên Fahrettîn Koca hejmara miriyan 12 e û navê Kerîme Erdenliyê di wê lîsteya miriyan de nîne.

Ji ber wê jî çevkaniyên xwecihî û merivên birîndar û miriyan eşkere dikin ku ev amar ne rast in û hejmara qurbaniyan zêdetir e.

“Hemû bedena wê şewitî bû”

Yekî ji meriva Kerîme Erdenliyê jî li ser mirina wê wiha got:

“Dûrî me bû. Em li deve derî bûn ew çû nav pirêzeyê agir bilind bû, em çûn gotin şewitîne.”

Meriv û gundiyeke din a Kerîme Erdenliyê jî da zanîn ku dema wan ew ji nava agir xilas kir û xist nava otomobîlê hemû bedena wê şewitîbû.

Niha li gundê Herbêrê li aliyekî şîna qurbaniyên şewatê yên bi navên Îsmaîl Yardimcî û ya Kerîme Erdenliyê bi hev re tê girêdan. 

“Agir ji dîrekên elektrîkê rijiya erdê”

Li aliyekî din jî her kes li ser sedema derketin û belavbûna agir jî diaxive.

Li gorî parêzgariyê agir ji ber şewitandina pirêzeyan û li gorî şahidên bûyerê jî agir ji ber dîrekên elektrîkê derketiye.

Yekî ji şahidên derketina agir li ser derketina agir wiha got:

“Çawa bablîsok çêbû, elektrîk qut bû. Elekrîk dîsa hat û dîsa qut bû û ji nişka ve agir derket.”

Şahidekî din jî da zanîn ku wî bi çavên serê xwe dîtiye ku agir ji dîrekên elektrîkê derketiye û wiha got:

“Min bi çevên sere xwe dît agir ji seksiyonerên gundê Tobiniyê rijiya erde û ev agir mezin bû û bi her derê ket.

Welahî! Bilahî, Xweda Xwedatiyê li min neke ev şewata ev îşa ji seksiyonerên (trafoya belavkirina elektrîkê) Tobiniyê rijiya erdê.

16-17 însanên me şewitîn û ev zirar û ziyana van her sê gundan gişt ji vî sekosnelî çêbû.”

Niha lêpirsîna serdozgeriyê dewam dike û heta vê gavê jî nayê zanîn ku ew şewat û agir çawa derketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst