Silêmanî - Malbatên ji Rojavayê Kurdistanê li kuçeyan dimînin

22-06-2024
RÛDAW
Malbatên ji Rojavayê Kurdistanê li kuçeyan dimînin/Wêne: Rûdaw
Malbatên ji Rojavayê Kurdistanê li kuçeyan dimînin/Wêne: Rûdaw
Nîşan Koçberên Winda Kurd Şemal Hîsamedîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi dehan malbatên ji Rojavayê Kurdistanê yên nasnameya wan a Sûriyeyê nîne û li Silêmaniyê dimînin kuçelanî bûne.

Li parêzegha Silêmaniyê, pirsgirêkeke nû ji bo çend malbatên ji Rojavayê Kurdistanê ne derketiye.

Bi dehan malbatên ji Rojavayê Kurdistanê yên ku nasnameya wan a Sûriyeyê nîne, ango “bênasname” ne nikarin li Silêmaniyê xaniyan kirê bikin.

Rê nayê dayîn ku kesên “bênasname” yên ji Rojavayê Kurdistanê ne xaniyan kirê bikin.

Li gorî zanyariyan, piraniya wan li park û cadeyan mane. 

Hinek ji wan dixwazin vegerin Rojavayê Kurdistanê lê hêzên ewlehiyê li xalên ewlehiyê rê nadin wan ji sînorê Silêmaniyê derkevin.

Berpirsê Rêxistina Canî Roj Reşîd Elî li ser rewşa malbatên bênasname ji Rûdawê re axivî.

Li gorî gotina Reşîd Elî, hejmara wan kesên ne xwediyên nasnameya Sûriyeyê ne derdora 100 malbatî ne û ew di rewşeke dijwar de dijîn.

Ev pirsgirêk ji beriya 10 rojan derketiye, ti rê li ber wan nemaye ji bilî vegera bo Rojavayê Kurdistanê lê ew rê jî girtî ye.

Ehmed Şêxo yek ji wan kesan e ku aniha tevî malbata xwe li cade û parkên Silêmaniyê dimînin.

Ehmed Şêxo bû mêvanê bultena Rojava ya Rûdawê û behsa rewşa malbata xwe û malbatên din ê Rojavayê Kurdistanê kir.

 

“Em li park û baxçeyan radikevin”

Ehmed Şêxo da zanîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan ew çûne Birêveberiya Asayîşa Giştî ya Silêmaniyê û wiha dewam kir:

“Berpirsên Birêveberiya Asayîşa Silêmaniyê ji me re got, dê pirsgirêkên we çareser bikin’ lê heta niha ti gav nehatine avêtin.

Em ne dikarin xaniyan kirê bikin ne jî dikarin herin welatê xwe. Zarokên me li derve radikevin. 

Em li derve li park û baxçeyan dimînin. Em nêzîkî 50 malbat 150 - 200 kes in.

Em li derve ne, em zarok nexweş dikevin. Em tiştekî naxwazin em bes dixwazin vegerin welatê xwe bajarê xwe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst