Leyla Zana: Dil û kezebên me şewitîn

22-06-2024
RÛDAW
Nîşan Leyla Zana Agir Şewat Mêrdîn Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê bi peyamekê amaje bi agirê mezin ê Şemrexa Mêrdînê û Çinara Amedê kir û got, ”Dil û kezebên me şewitîn.”

Pêr bi şev di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewateke mezin çêbû.

Di şewatê de 14 kesan canê xwe ji dest da

Leyla Zanayê ji ser hesabê xwe yê Xê li ser agir û mirina gundiyan peyamek belav kir.

Leyla Zanayê bangî berpirsên Tirkiyeyê kir ku sedema agir eşkere bikin û wiha got:

Dil û kezebên me şewitîn. Eger em hemwelatiyên vî welatî ne, wekî tê gotin an jî hûn dibejin em bi hev re dijîn… erkê desthilat û rayedarên desthilatdariyê ye lêkolînê bikin û sedemên vê karesatê eşkere bikin.

Divê telafiya ziyanên qurbaniyan bê kirin ji bo careke din ev dubare nebe bi lezgînî tedbîr bên girtin.

Em ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane rehma Xwedê dixwazin. Ez êşa kesên ku ev felaket kişandiye parve dikim.”

Çi bûbû?

20ê Hezîranê bi şev di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewateke mezin çêbû.

Ji ber ba û bahozê agir li nava erdên 8 gundan herêmê belav bû.

Ji ber şewatê 14 kesan canê xwe ji dest dabû 78 kes jî birîndar bûbûn.

Bi hezaran donim zeviyên genim bax û rez û bi sedan serî û pez ji ber şewatê mirar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir