Ahmet Turk: Dewlet dixwaze felaketa agir veşêre

22-06-2024
RÛDAW
Nîşan Ahmet Turk Mêrdîn Amed Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk diyar kir ku dewlet dixwaze felaketa agir veşêre.

Ahmet Turk li gundê Herbelê yê navçeya Çinarê ya Amedê çû şîna gundiyên ji ber agir canê xwe ji dest dabû û serxweşî ji wan re xwst.

Ahmet Turk li ser derketina agir ji Nûçegîhanê Rûdawê Abdulselam Akincî re axivî û wiha got:

“Îsal li Qoserê û Dêrikê nêzîkî 10 hezar donim erd şewitî.

Li gorî lêkolînên me agir hemû ji ber dîrekên elektrîkê yên DEDAŞê derdikevin. Xetên elektrîkê hemû bi problem in û agir ji ber wan derdikeve.”

Ahmet Turk amaje bi wê yekê jî kir ku dewlet dixwaze felaketa agir veşêre û wiha got:

“Netîce jî ev e, gelê me, cotkarên me, xelkê me gelekî mexdûr bûn. Îro hûn bi çavên serê xwe dibînin.

Xelk hemû dibêje, ‘agir ji ber elektrîkê derketiye’ lê walî û dewlet dibêje; ‘agir ji ber ber şewata pirêzeyan derketiye’ dixwazin vê netîceya agir veşêrin, dixwazin şewata ji ber elektrîkê derketiye veşerin.

Aniha sazî bi gundiyan re dipeyivin û lêkolînê dikin dê encam derkeve holê.”

"Tîmên me li gelek cihan agir kontrol kir"

Ahmet Turk di berdewamiya axaftina xwe jî de amaje xebata agirkuja Mêrdînê jî kir û wiha got:

“Tîmên me yên agirkujê hemûyan xwe amade kiribûn li gundan bûn lê dema ba rabû û agir gur bû êdî nikarîbûn biçûna nava zevî û daran.

Li gelek cihan jî tîmên me agir vemirand. Tîmên me hatin vir jî li vir jî agir kontrol kir.“

Şewata li Mêrdîn û Amedê

20ê Hezîranê bi şev di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewateke mezin çêbû.

Ji ber ba û bahozê agir li nava erdên 8 gundan herêmê belav bû.

Ji ber şewatê 14 kesan canê xwe ji dest dabû 78 kes jî birîndar bûbûn.

Bi hezaran donim zeviyên genim bax û rez û bi sedan serî pez ji ber şewatê mirar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst