Şewata li Mêrdîn û Amedê: Nasnameya miriyan diyar bû

22-06-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Mêrdî Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara kesên di şewata li Mêrdîn û Amedê de mirine gihiştiye 14an û nasnameya miriyan diyar bû.

Welatatiyên bi navê Kerîme Erdenlî û Fadil Demîr ên ku di şewatê de birîndar bûbûn û li nexweşxaneyan dihatin dermankirin îro canê xwe ji dest da.

Pêr bi şev di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewateke mezin çêbû.

Ji ber ba û bahozê agir li nava erdên 8 gundan belav bû.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca derbarê şewatê ragihandibû 12 kesan canê xwe ji dest daye.

Fahrettîn Koca herwiha eşkere kiribû ku ji ber şewatê 78 kes jî birîndar bûne.

Koca gotibû ku 5 birîndar li Amedê tên tedawîkirin û rewşa 3yan ji wan xedar e.

Li gundên navçeya Çinarê Helberê 1 û Tobîniyê 2 kes û  li gundê Kelekê yê Şêmrexê 9 kesên ku di şewatê da canê xwe ji dest dabû hatin veştartin.

Nasnameya kesên ku canê xwe ji dest daye ev in:

Rêzan Yilmaz, Azat Yilmaz, Mazher Demîr, Nurî Demîr, Talîha Demîr, Hasan Demîr, Şeyhmus Demîr, Resûl Yilmaz, Sînan Devîren ji gundê Kelekê, Îsmîl Yardim ji gundê Heblerê, Ubeydullah Bugdayci û Abdurrahman Bugdayci ji gundê Tobîniyê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst