Li Rihayê pevçûn: Kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Curnê Reş a parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du malbatan de pevçûna bi çekan derket.

Di vê pevçûnê de 2 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, şeva borî li gundê Xirabsorka Zîna yê Curnê Reş di navbera du malbatan de şerê bi çekan çêbûye û 7 kes birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûne cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê her 7 birîndar birine Nexweşxaneya Dewletê ya Curnê Reş û nexweşxaneyeke li navenda Rihayê.

2 birîndar li nexweşxaneyê mirine û tedawiya her 5 birîndarên din berdewam dike.

Hat ragihandin ku heta niha 31 kes hatine desteserkirin.

Li hêla din, hat zanîn ku berê dijminatiya her du malbatan hebû.