DÊREZOR – Êrişî milîsên Îranê hat kirin

22-06-2024
Hisên Omer
Nîşan Dêrezor Êriş Milîs Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Dêrezorê barhilgireke çekan a milîsên bi ser Îranê ve hat bombebarankirin.

Bûyerê şeva borî derengê şevê li bajarokê Bûkemalê yê li rojhilatê Dêrezorê rû da.

Li gorî çavkaniyên cihî, tê texmînkirin ku droneke Hevpeymaniya Navneteweyî ev êriş pêk anîbe.

Dronê li gundê Sukeriyeyê yê Bûkemalê barhilgira çekan li ber dapoyeke çekan bombebaran kiriye.

Di encama êrişê de teqînên bihêz çêbûne û agirekî mezin girtiye cihê êrişê.

Li gorî heman çavkaniyên cihî, xeyn ji xisara ku gihiştiye depo û barhilgirê kuştî û birîndar jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst