Serdana geştyaran bo 'Medreseya Sor' dest pê kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Medreseya Sor cihekî dîrokî û kevnar e li Cizîra Botanê. Restorasyona wê hat temamkirin û êdî geştyarên navxwe û derve dikarin serdana wê cihê dîrokî bikin.

Pitî bidawîkirina restorasyonê, serdana geştyaran bo Medreseya Sor a navçeya Cizîrê dedt pê kiriye. Esma Acar yek ji wan kesan e ku serdana Medreseya Sor kiriye û dibêje, ew bi dîtina wê cihê dîrokî û xelkê navçeyê gelek kêfxweş e.

Esma Acar dibêje: “Xelkê navçeyê be, cihên wê yên dîrokî bin, maneviyata wê be, gelekî baş û xweş e. Bi hatina vê derê kêfxweşim.”

Ji ber ku bi piranî bi kerpîçên sor hatiye avakirin ji wê re “Medreseya Sor” hatiye gotin.

Aliyê wê yê başûr bi sê eywan e û mizgefta medreseyê jî di wê beşê de ye.

Gora zana û helbestvanên Kurd ê navdar Melayê Cizîrî jî li aliyê rojhilat ê mizgeftê ye.

Medreseya Sor di dema Mîrtiya Botan de û bi taybet dema ku Şerefxan mîr bûye, navendeke giring a zanist, xwendin û xwendina olî, çand û hunerê bûye.