Xebatên bajarbûna Erxeniyê dest pê kirine; xelk bi kelecan e

22-06-2023
Abdulselam Akinci
Xebatên bajarbûna navçeyan dest pê kiriye; xelkê Erxeniyê bi kelecan e
Xebatên bajarbûna navçeyan dest pê kiriye; xelkê Erxeniyê bi kelecan e
Nîşan Erxenî Bajarbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Erxeniyê ya Amed a Bakurê Kurdistanê bi amadekariyên bajarbûnê re şêniyên wê bi kelecan in lê her wiha yên ne bi dilê wan e jî hene.

Di bin pêşa Çiyayê Meqemê de navçeya Amedê Erxenî heye ku van rojan li navçê kelecana bajarîbûnê tê jiyîn.

Şirîkê Tifaqa Cumhur û Serokê MHPê Devlet Bahçelî daxuyand û got ew dilxwaz in ku di sed saliya komarê de hejmara parêzgehên Tirkiyê derxin 100î. Heke ev helwest bibe biryara desthilatê û ji Parlementoya Tirkiyê derbas bibe yek ji navçeyên ku egera bajarîbûna wê heye jî navçeya Erxenî ya Amedê ye.

Serokê Odeya Cotkarên Erxeniyê Mehmet Karadaş got, “Ew qezayê ku bi me ve bên girêdan dê fêdeyeke mezin bigihêje navçê.”

Serokê Odeya Esnaf û Dukandarên Erxeniyê Axa Karaoxlan jî li ser bajarbûna Erxeniyê got, “Gelek saziyên mezin di navçeyan de nînin. Em girêdayî Diyarbekirê ne. Em qayîl in ku Erxenî zêdetir pêş ve here. Heke îro di Erxeniyê de 15 hezar memûr hebin dê bibe 25 hezar.”

Sê pîvanên sereke yên bajarîbûnê ev in; dûrbûna navçê ya ji parêzgeha bi ser ve herî kêm divê 30 kîlometre be, hejmara nifûs ji 100 hezarî zêdetir be û rewşa cîvakî û aboriya navçeyê jî ji pêşveçûnê re guncav be, li gorî van pîvanan jî Erxenî ji bo bajarîbûnê şayan e.

Şêniyê Erxeniyê Cemîl Yasîn anî ziman, “Em dixwazin, em kêfxweş dibin ku ji Amedê biqetin.”

Şêniyê Erxeniyê Yûsif Ecer got, “Em naxwazin bibe bajêr,Em naxwazin bîyanî werin cem me û rewş xirab nebe.”

Şêniyê Erxeniyê Reşît Polat anî ziman, “Heke bibe bajêr, derfeta kar zede dibe, refah zede dibe, veberhênan zede dibe, hem jî bankeya neteweyî yê zêde veberhênanê bike. Bi her awayî qada kar vedibe.”

Di halê heyî de 81 bajar û 922 navçe hene, li gorî zanyariyên nefermî partiya desthilat AK Partî jî ji bo19 navçeyan ku dê bibin bajar xebat dane destpêkirin û dibe ku piştî hilbijartinên heremî yên Adara 2024an yasaya bajarîbûnê dê were parlementoyê.

Heke yasa ji parlementoyê derbas bibe hejmara parêzgehan dê bibe 100 û hejmara navçeyan jî dê derkeve 1000î.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst