Biryara doza Şêx Seîd û hevalên wî hat eşkerekirin

22-06-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Komeleya Şêx Seîd Gora Şêx Seîd Baroya Amedê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 5emîn Dadgeha Îdarî ya Enqerê, piştî ku Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand derbarê cihê gora Şêx Seîd de belgeyên arşîvê nînin, biryar da doza eşkerekirina gora Şêx Seîd û 46 hevalên bê redkirin.

Baroya Amedê, Komeleya Perwerdehî, Çand û Hevkariyê ya Şêx Seîd û wasiyê Şêx Seîd Kasim Firat, bo eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî yên sala 1925an li Amedê hatibûn darvekirin, di 15ê Sibata 2022an de serî li Wezareta Navxwe ya Tirkiyê dabûn. Lê wezaretê bersiva serlêdanê nedabû. Piştî vê 15ê Nîsana 2022ê serî li 5emîn Dadgeha Îdarî ya Enqerê dan û daxwaz kirin ku cihê gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî bêne eşkerekirin.

Dadgehê serlêdan qebûl kir û ji Wezareta Navxwe daxwaz kir ku “kopyayên erêkirî yên hemû belge û zanyariyên derbarê cihê gora Şêx Seîd de” bo dadgehê bên şandin. Lê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ji dadgehê re ragihandiye derbarê cihê gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî de ti belge di destê wan de nînin.

Baroya Amedê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, 5emîn Dadgeha Îdarî ya Enqerê bêyî ku lêkolîna pêwîst bike doz red kiriye.

Baroya Amedê dibêje: “Di doza ku me ligel Komeleya Şêx Seîd û endamên malbata wî, derbarê Wezareta Navxwe de ji bo eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî de li 5emîn Dadgeha Îdarî ya Enqerê vekir, biryar hat dayîn. Dadgehê li ser îfadeya Wezareta Navxwe ya `di tomarên arşîvê de agahî û belgeyên wiha nînin` bêyî ku lêkolînên pêwîst bike biryar da ku dozê red bike. Em ê li Dadgeha Îstinafê îtiraz bikin û pêvajoya hiqûqî berdewam bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst