Di şerê navbera herdu baskên Komeleya Zehmetkêşan de 2 pêşmerge hatin kuştin

22-06-2023
RÛDAW
Nîşan Komeleya Zehmetkêş Kampa Zirgiwêz Şer û Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kampa Zirgiwêz a Silêmaniyê şer di navbera Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê de derket û di encamê de du pêşmergeyan canê xwe ji dest dan.

Li Kampa Zirgiwêzê şer di navbera Pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistan û Komeleya Şoreşgêrî ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê de duh bi şev derket û di encamê de du Pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistan canê xwe ji dest dan û pêşmergeyekî din jî birîndar bû.

Fermandarekî Komeleya Zehmetkêşên Kurdistan Emced Hisên Penahî ji Rûdawê re ragihand, bi qenas û doşkeyan êrîşî wan hatiye kirin û du pêşmergeyên wan bi navê Saman Îbrahîm û Hîwa Sadiqî canê xwe ji dest dane.

Emced Hisên Penahî got: “Em naxwazin şerê birakujî bikin û ji ber vê yekê me ti fîşekek bi mebesta kuştina pêşmergeyan ne avêtiye û tenê teqekeyeke asmanî kir.”

Emced Hisên penahî daxwaz ji xelkê Kurdistanê dike ku bi hewara wan ve biçin ji bo ku xwîna Kurdan bi destê Kurdan nerije.

Endamê Komîteya Navendî ya Komeleya Şoreşgêr Kako Elyar jî ji Rûdawê re ragihand, destpêkê pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistan teqe li pasewanên Elîxanzade kirine û piştre ew yek çêbûye.

Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşan sala 1967an de hate damezrandin û piştî şoreşa gel a Îranê 1979an, bû beşek ji Partiya Komunîst a Îranê, lê piştre dîsa ji wê partiyê cuda bû û dest bi çalakiyên xwe kir.

Sala 2007an ji ber pirsgirêkên navxwe Komale bû du bask û bi du navên cuda çalakiya xwe berdwam kir.

Par piştî bi protestoyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, her du baskan yekbûna xwe ragihandin bûn, lê îsal cardin ji hev veqetiyan.

Duh 21 vê mehê jî, Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ragihandbû, hewlên wan ji bo Yekgirtinê li gel aliyên din yê Komele bi ser neketin û ew dê weke aliyê Komeleya Zehmetkêş çalakiyên xwe berdewam bikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst