Partiya Çepên Kesk li Amedê xwepêşandanek li dijî êrîşên Tirkiyê kir

22-06-2023
Ferdî Sak
Nîşan Amed Partiya Çepên Kesk Êrîşên Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Çepên Kesk (YSP) li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê êrîşên Artêşa Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistan û Sûriyê yên li dijî Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyeke çapemeniyê protesto kirin.

Roja Sêşemê 20ê Hezîrana 2023an li ser rêya her du gundên Til Şeîr û Beyandorê yên ser bi Tirbespiyê ya Rojavayê Kurdistanê, di êrîşa  droneke Artêşa Tirkiyê ya bo ser orotomobîlekê de hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cîgira wê Lîman Şiwêş û şofêrê otomobîlê Firat Tûma canê xwe ji dest dabûn. Herwiha hevserokê Encûmena Herêma Qamişlo Gabî Şemûn birîndar bû.

Partiya Çepên Kesk (YSP) roja Pêncşemê 22ê Hezîrana 2023an li  Meydana Şêx Seîd ya Amedê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ev êrîşa Tirkiyê ya li dijî berpirsên  Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê protesto kir.

Ji bilî nûner û berpirsên Partiya Çepên Kesk (YSP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad-TJA, parlamenterên YSPê Sînan Çîftyurek, Mehmet Kamaç û Cengîz Çandar jî beşdarî protestoyê bûn.

Hêzên ewlekariya Tirkiyê rê nedan  ku berpirsên YSPê û HDPê daxuyaniyê bidin.  Berpirsên YSPê karvedan nîşanî vê helwesta hêzên ewlekariyê dan û diyar kirin ku ev çalakiya wan bêyî ku ti hincetek bê nîşandan hatiye qedexekirin.

Kesên beşdar ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin û tenê destûr hat dayîn ku hersê parlamenterên YSPê daxuyaniyê bidin.

Parlamenterê Wanê yê YSPê Sînan Çîftyurek ragihand ku ew bi tûndî komkujiya li Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin û got, “Ew êrîş û komkujiyên ku heta niha di operasyonên derveyî sînoran de hatine kirin ti sûdekê nagihîne çareseriya pirsa Kurd. Çareserî ne êrîş, ne jî balafirên bê mirov in.”

Çîftyurek nerazîbûn li hember astengkirina çalakiyan wan a ji aliyê rêveberiya Ewlakariyê Amedê ve nîşan da û got, “Ev ne çalakiyeke neyasayî ye. Em komkujiya ku li Rojava hatiye kirin şermezar dikin.”

Parlamenterê YSPê di berdewamiya axaftina xwe de sersaxî li malbat û kesûkarên wan berpirsên Rêveberiya Xweser kir ku di êrîşa Tirkiyê de canê xwe ji dest dabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst