Firokeya Sêrt-Stenbolê ji ber pirsgirêkeke teknîkî dakete Êlihê

Hewlêr (Rûdaw) - Firokeya Kompanyayê Hêlên Asmanî ya Tirkiyê ku biryar bû ji parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê biçe bajarê Stenbolê yê Tirkiyê ji ber pirsgirêkeke teknîkî neçar ma li Firokexaneya Êlihê dakeve.

Firokeya Hêlên Asmanî ya bi hejmara TK 2657 îro di demjimêr 11.40an de ji Firokexaneya Sêrtê birê ket lê demek kurt piştî firînê li esman rûbirûyî pisgirêkeke teknîkî bû.

Li ser vê pirsgirêka teknîkî neçar ma ku li Firokexaneya Êlihê dakeve.

Hat ragihandin ew firoke dimjimêrên piştî nîvro piştî ku li Êlihê pişkinînên wê hatine kirin, careke din ber bi Stenbolê ve firiyaye.