Parêzgariya Êlihê: Peykerê Cegerxwîn hate dizîn

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Elih a Bakurê Kurdistanê têkildarî belavbûna nûçeyên li ser rakirina peykerê Cegerxwîn ê li nav parkeke Êlihê daxuyaniyek belav kir û ragihand ew peyker hatiye dizîn. Parêzgariya navborî her wiha got, “Ew peyker ne ji aliyê şaredariya me ve hatiye rakirin.”

Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê peykerê helbestvan û nivîskarê Kurd Cegerxwîn ê ku di sala 2007an de ji aliyê şaredariya bajêr ve li Parka Kî Ne Em hatibû danîn bi awayekî cihê gumanê hatibû rakirin û di medyayê de çend nûçe belav bibûn ku ew peyker ji aliyê Şaredariya Êlihê ve hatiye rakirin.

Şaredariya Êlihê ku ji aliyê parêzgar ve bi rêya qeyûm tê birêvebirin îro 22ê Hezîrana 2022an bi daxuyaniyekê ragihand ku ew peyker hatiye dizîn.

Şaredariya Êlihê di daxuyaniya xwe de got, “Em li ser belavbûna nûçeyên rakirina peykerê Cegerxwîn ê li Parka Kî Ne Em pêdivî bi daxuyaniyekê dibînin. Peykerê navborî di encama lêkolînên me yên li ser kamerayên çavdêriyê de derketiye holê ku ji aliyê dizan ve hatiye dizîn. Piştî lêkolînan hêzên ewlekariyê ji mijarê hatine agahdarkirin û lêkolînên pêwîst hatine destpêkirin. Ew peyker ne ji aliyê şaredariya me ve hatiye rakirin.”

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê 21ê Hezîrana 2022an derbarê mijarê de  daxuyaniyek dabû û nerazîbûna xwe nîşan da. Rêveberê Rêxistina HDPê amaje bi wê yekê dabû ku kesên van tiştan dikin armanca wan ew e bajar, nasname, nirx, ziman û dîroka gelê Kurd ji nav bibin û van nirxan ji bîra gelê Kurd bibin û gotibû, ”Banga me bo qeyûm ew e ku divê demildest peyker dîsan li cihê xwe bê danîn. Eger ji aliyê hinekan jî ve hatibe birin divê qeyûm yekî din çê bike û li cihê wî deyne.”

Ev peyker berî niha jî di 23ê Adara 2014an de ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve hatibû birin.

Helbestvan û nivîskar û zanayê navdarê Kurd Cegerxwîn bi navê Şêxmûs ji dê û bavekî cotkar di sala 1903an de li gundê Hesarê yê navçeya Kercews a Êlihê li Bakûrê Kurdistanê hatiye cîhanê. Cegerxwîn di 22ê Cotmeha 1984ê de li xerîbiyê û li Stockholma paytexta Swêdê çû ser koça dawî kir. Cegerxwîn gelek berhem afirandin û 8 dîwanên giranbiha li dû xwe hîştin. Wî, wek helbestvanekî pêşeng, hişvekirî û pêşketinxwaz, her gav xema pêşveçûn û pêşketina gelê xwe dixwar û di gelek helbestên xwe de derdên giran ku li rê li pêşketin û serfiraziya gelê Kurd digirin, wek nezanî, bêtifaqî, nexwendewarî û bi taybetî derdê eşîrgirî û êlperestiyê destnîşan dikirin û li dijî wan derdiket.