Bi mûşekan êrîşî baregeha leşkerî ya Tirkiyê li Bamernê hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor zanyariyên bi dest Rûdawê ketine, îro Çarşemê di saet 16:30an de bi mûşekekê êrîşî baregeha leşkerî ya Tirkiyê ya li nahyeya Bamernê ya navçeya Amêdiyê ya Duhok a Herêma Kurdistanê hat kirin.

Li gorî çavkaniyeke ewlehiyê, mûşek li derveyî baregehê ketiye û kuştî û birîndar nînin.

Ev êrîş di demekê de ye ku baregeha leşkerî ya Tirkiyê di 26ê Gulanê de jî hatibû armanckirin, di encamê de 2 zarokên ku bi malbatên xwe re ji bo seyranê li Bamernê bûn canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

Rêveberiya parêzgeha Duhokê, PKK bi wê êrîşê tohmetbar kir lê HPGê ew yek red kir.