Hêzên Tirkiyê Til Rifet û gundên Şehbayê topbaran kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê navçeya Til Rifet û gundên ser bi herêma Şehbayê ve topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên xwecehî, şevê din 21ê Hezîrana 2022an hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê bi dijwarî gundên Şêx Îs, Bêlûniyê, Hirbil û navenda navçeya Til Rifet yên li herêma Şehbayê topbaran kirine.

Heman çavkaniyan dan zanîn ku heta demjmêr 22:30 topbaran berdewam bûye lê derbarê zerar û ziyanan de ti agahî nehatine belavkirin.

Di 20ê Hezîranê de jî hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê derdora navçeya Ehres li Şehbayê topbaran kiribûn.