YRK: Du gerîlayên me yên jin di êrişa li Şarbajêr de canê xwe ji dest dan

22-06-2021
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan PJAK Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Şarbajêr Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) baskê çekdarî yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJKA) di daxuyaniyekê de ragihand, ew du kesên ku roja 19ê Hezîranê di êrişa Tirkiyê de  li navçeya Şarbajêr a Silêmaniyê jiyana xwe ji dest dan, gerîlayên wan bûne.

Fermandariya YRKê nasnameya herdu gerîlayên xwe aşkere kiriye û diyar kiriye, herdu gerîla jin in û navê wan Ekîn û Adar e.

YRKê amaje bi wê yekê kiriye, ku ew dê di demên bê de têkildarî êrişê û gerîlayên xwe de ku di êrişê de canê xwe ji dest dane, zanyariyên bêtir belav bikin.

Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) herwiha destnîşan kiriye, êrişên li dijî hêzên wan “bi hevkariya di navbera dewletên Îran û Tirkiyê de” zêde bûne.

Di daxuyaniya YRKê de wiha tê gotin: “Wek tê zanîn demên dawî bi hevpeymana dewletên dagirker Îran û Tirkiyeyê li beramberî hêzên me yên rojhilat YRK û HPJ'ê êrîşên xwe zêde kiriye û hewl didin bi rêya lêdanên balafir û êrîşên qirêj derbe li hêzên me bidin. Li ser vî esasî 19.06.2021'ê li navçeya Şarbajar a girêdayî Silêmanî balafirên keşfê yên dewleta dagirker wesayetekê bombardiman dike. Hevalên me ku çûbûn ser erka xwe, di dema vegerê de bûn hedefa êrişa dewleta Tirk a dagirker. Di vê bomberdimanê de 2 hevalên me yên jin Ekîn û Adar şehîd bûn. Derbarê bûyerê û hevalên şehîd ketin de agahiya berfireh em ê piştre bidin.”

Firokeyên Tirkiyê roja Şemiyê 19 Hezîrana 2021, li gundê Gelale yê li herêma Şarbajêr a Silêmaniyê otomobîlek bombebaran kirin û li gor gotina Qaymeqamê qezaya Mawet, Kameran Hesen “di êrişê de otomobîl bi temamî şewitî û 2 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dan û gerîlayek jî birîndar bûye.”

Ji ber bombebaranê zirar gihîşt otomobîl û mala welatiyekî.


 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst