PÎA: Ji ber em partiyeke Kurdî ne dewlet astengiyan derdixe

22-06-2021
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Tirkiyê mohletê neda ku Partiya Însan û Azadiyê wek fermî were damezrandin
Tirkiyê mohletê neda ku Partiya Însan û Azadiyê wek fermî were damezrandin
Nîşan PÎA Damezrandin Wezareta Navxwe ya Tirkiyê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Damezrînerên Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), beriya 4 salan xwestin partiya xwe bi awayeke fermî damezrînin. Lê ji wê demê heta niha Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê kaxizê "wergirtina" vê partiyê ji wan nagire. Rêveberên partiyê dibêjin ji ber ku ew partiyeke kurdî û îslamî ne, dewlet ji wan ditirse û ji ber vê yekê ji wan re astengiyan derdixe.

Partiya Însan û Azadiyê ev 4 sal in ku dixwaze partiya xwe bi awayeke fermî ava bike lê Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê wê kaxezê destûrê ya "wergirtinê" ji partiyê nagire. Ji ber vê yekê jî ew nikarin weke partî li bajaran ofîsên xwe bi awayeke fermî vekin. Digel ku di nava 3 salên dawiyê de li Tirkiyê 37 partiyên nû hatine erêkirin jî avakirina PÎAyê nayê erêkirin.

Rêveberên PÎAyê ev yek weke binpêkirina hiqûqa Tirkiyeyê bi nav kirin û xwestin partiya wan weke hemû partiyan bê pejirandin.

Serokê Giştî yê PÎAyê Mehmet Kamaç got: “Di Dawiyê de Dadgeha Îdarî ya Enqereyê biryareke yekdengî girt û got Wezareta Karê Hundir li hemberî Partiya Însan û Azadiyê nehiqûqî kiriye. Biryareke wisa hatibû girtin. Mixabin Wezareta Karê Hundir li Dadgeha Îdarî ya Herêmî îtiraz kir û ev biryar paşve da girtin. Biryara derbarê me de betalkirin.”

Li gorî rêveberên PÎAyê, sedema ku Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê nahêle partiya wan ava bibe, ramana kurd û îslamî ya partiya wan e. Eger PÎA bikaribe vê nêrîna xwe di nava xelkê de belav bike, beşeke Kurdan dê di şûna partiyên rastgir ên Tirkiyeyê de li dora vê partiya kurdî û îslamî bicivin.

Alîkarê Serokê Giştî yê PÎAyê Ahmet Kaya jî got: “Ji kurdewarî û kurdewariya bi dîndarî ditirsin. Dema ku em vê dibêjin ne ku di nava siyaseta niha ya kurdan de dîndar tune ne. Kadroyên partiya me ev 30 sal in bi hev re dimeşin. Dewlet jî vê dizane, îstixbarat jî dizane. Pêvajoyeke pir kûr û dûr heye. Bi hev û din re jî hemaheng in. Roj bi roj asoya xwe firehtir dikin, bi pêş dixin. Têkiliyên xwe jî bi pêş dixin. Asoya wan zelal e. Ji bo ku kurd bi hev re hevkariyê bikin û karên hevpar bikin ji vê re gelek guncav e. Dema ku vê dibîne ji vê ditirse.”

Di nava 3 salên dawiyê de li Tirkiyeyê 37 partiyên ku serî li Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê dane bi awayeke fermî hatine damezrandin. Yek ji van partiyan jî partiya serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu ye. Ew jî li hemberî astengkirina avakirina PÎAyê heyirî mane.

 Serokê Partiya Pêşerojê yê Amedê Aydin Altaç jî got: “Daxwaza me ji bo ku PÎA'yê jî ji bo partiyên din jî divê tu pirsgirêkan dernexin. Bi qedexekirin û redkirinê Tirkiye nagihije cihekî. Pirsgirêkên Tirkiyeyê jî çareser nabin. Hêvî dikim rojek zûtir biryareke baş bê girtin û ev hemû astengî ji holê bêne rakirin.”

Partiya Însan û Azadiyê ligel ku hêj bi awayeke fermî kaxizê "wergirtinê" ya partiyê ji wezaretê negirtibû jî di hilbijartinên herêmî yên 2019'an bi HDP'ê re îtifaq kiribû û li Erxeniya Amedê şaredariyek bi dest xistibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst