Tirkiye kesên bê mask bi 130 dolaran ceza dike

22-06-2020
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Kurdistan Coronavirus
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê biryara derketina derve bê mask kete ware cîbicîkirinê û ji îro ve her kesê ku li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bê maske biçe derve bi 900 lîre (130$) tê cezakirin.

Bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ji îro ve li tevahiya 81 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê divê kesên ku derdikevin derve maskeyan bikar bînin. 

Li 48 parêzgehan divê maske li tevahiya cihan bê bikar anîn lê li 33 parêzgehan li cihên kar û bazar û market û cihên giştî maskan bikar bînin.

Kesên ku biryarê cîbicî nekin têne cezakirin,  berî niha li 54 parêzgehan ev biryar dihate cîbicîkirin ku 18 ji wan parêzgehan li Bakurê Kurdistanê bûn.

Li gorî amarên dawiyê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 187 hezar û 685 kes bi vîrusa koronayê ketine û 4 hezar û 950 kesan jiyana xwe jidest dane

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst