Parêzgarekî nû bo Duhokê hat destnîşankirin

22-06-2020
RÛDAW
Nîşan Duhok Elî Teter Nêrweyî Ferhad Etrûşî Hikûmeta Kurdistanê Hewlêr Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Postên îdareya parêzgeha Duhokê guhertin tê de tê kirin û parêzgar, qayimqam û hejmareke rêveberên giştî tên guhertin. Elî Teter li şûna Ferhad Etrûşî dibe parêzgarê Duhokê.

Hoşyar Gulî, Serokê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Encûeman parêzgeha Duhokê, guhertina parêzgarê Duhokê bo Rûdawê piştrast kir û ragihand, Elî Teter Nêrweyî li şûna Ferhad Etrûşî dibe parêzgarê Duhokê.

Nasir Elî, Berpirsê Ofîsa Rûdawê li Duhokê, ragihand, guehrtin bi mebesta pêşxistina karûbarên îdarî ye li wê parêzgehê û li gor zanyariyên Rûdawê, guhertina li postên îdareya Duhokê jibilî parêzgar, qayimqam û 6 rêveberên giştî jî li xwe digire.

Gehertin jî di çarçova wan guhertinan de ye ku Hikûmeta Kurdistanê li parêzgehan daye destpêkirin û maweyek berî niha guhertin di postên îdareya parêzgeha Hewlêrê de jî hatibûn kirin.

Ji 25 rêveberên nahiye li sînorê parêzgeha Hewlêrê, 16 rêveberên nahiye alugorî pê tê kirin. Herwiha heta niha yekalî bûye ku 5 qayimqam jî li parêzgeha Hewlêrê tên guhertin.

Duhok ji 27ê Gulana 1969an ve bûye parêzgar û ji 7 qeza û 24 bajarokan pêk tê. Hejmara rûniştvanên wê parêzgehê jî nêzikî 1 milyon û 500 hezar e.

Elî Teter Nêrweyî, parêzgarê nû yê Duhokê, endamê serkirdayetiya PDKê ye û Berpirsê Liqa 8 a PDKê ye li Zaxo û bawernameya doktorayê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst