Kurdên Amedê dixwazin kurdên li Stenbolê dengê bide kîjan berbijêrî?

22-06-2019
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Rikaberî di navbera Îtifaqa Cumhur û Îtifaqa Milet de ye
Rikaberî di navbera Îtifaqa Cumhur û Îtifaqa Milet de ye
Nîşan Hilbijartin Hilbijartina Stenbolê Amed Kurd Stenbol
A+ A-

Amed (Rûdaw) -  Di hilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de tu berbijêrekî nikare bêyî dengê Kurdan bi ser bikeve.

 

Di hilbijartinên Stenbolê yên şaredariyê de rikaberiyeke mezin heye. Rikaberî di navbera Îtifaqa Cumhur û Îtifaqa Milet de ye.


Li Stenbolê 16 milyon kes dijîn û 10 milyon û 560 hezar dengdêr hene. Ji van dengdêran ji sedî 20 kurd in û ji bajarên kurdan koç kirine. Ji ber vê yekê tu aliyekî bêyî dengê kurdan nikare bi ser bikeve.


Berpirsê Ofîsa Rûdawê li Amedê Maşallha Dekak ji xelkê Amedê pirsî: “Li gorî te divê kurdên Stenbolê dengê xwe bidin kîjan berbijêrî? Çima?”


Kurdên li Amedê dixwazin kurdên li Stenbolê dengê bide kîjan berbijêrî û sedema wê çi ye ji Rûdawê re diyar kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst