Mesrûr Barzanî li gel pêkhateyên Tirkmen û Mesîhî dicive

22-06-2019
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Mesrûr Barzanî Tirkmen Mesîhî Civîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mesrûr Barzanî ku bo pêkanîna Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye rasipardin, bi armanca gotûbêjkirina li ser beşdarbûna wan di hikûmetê de serdana Turkmen û Xirîstiyanan dike.

 

Endamê Fraksyona Hevpeymaniya Yekîtiya Neteweyî Romyo Hekarî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: "Di gotûbêjên pêkanîna hikûmetê de daxwaza wezareteke xizmetguzarî, cîgirê wezaretek û rêveberên giştî dikin. Em wek mafê xwe dibînin di sê serokatiyên Herêma Kurdistanê de nûnerên me hebin."

 

Di kabîneyên derbasbûyî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, pêkhateyan postên wezîr, rêveberên giştî û postên din wergirtibûn û niha jî cîgira duyem a Seroka Parlamentoya Kurdistanê ji pêkhateya Turkmen e.

 

Serokê Fraksyona Millet li Parlamentoya Kurdistanê Azad Kureçî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: "Heta niha yekalî nebûye di kabîneya nehem de çi postekî didin Turkmenan. Eger postê wezîr jî nedin me, dibe postê cîgirê wezîr û serokê deste û rêveberiyên giştî bidin."

 

Li gor yasa, 11 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê bo pêkhateyan hatine danîn, 5 kursî bo Turkmen, 5 kursî bo Xirîstiyan û kursiyê din jî bo Ermenan. Berê jî Mesrûr Barzanî serdana PDK, YNK, Tevgera Goran û Partiya Sosyalîst kiribû û tenê 20 roj mane daku kabîneya xwe pêk bîne û li parlamentoyê were pesendkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst