Berhemên cotkarên Amedê bi dilê wan e

22-06-2017
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Amedê dirûtina genim dest pê kir û rûyê cotkaran dikene. Lewre îsal ji ber barana ku di demsala çandiniyê de bariya, berhemeke baş derxist holê. Rêveberên cotkarî û çandiniyê dibêjin îsal ew li bendê ne li Amedê milyonek û 300 hezar ton genim rakin. Ev ji bo Amedê rekoreke mezin e. Ji ber vê yekê jî rûyê cotkarên Amedê dikene.


Li bajarê Amedê cotkaran dest bi dirûtin ango çinîna genim kir. Parêzgarê Amedê Huseyîn Aksoy ku tayîna wî ji Amedê çû Kocaeliyê, berî ji Amedê veqete çû serdana cotkaran.


Parêzgar Aksoy bi cotkaran re li makîneya dirûtinê siwar bû û piştre ji ber hilberîna zêde ya îsal cotkar pîroz kirin.


Parêzgarê Amedê Axaftina Huseyîn Aksoy wiha got: “Îsal dê ji sedî 10 tonaja genimê vê derê zêde bibe. Ev yek dê dilê cotkarên me xweş bike û cotkar zêdetir hilberînê bikin. Em ji vê rewşê gelek kêfxweş in û ji cotkaran re dibêjin pîroz be.”


Li Amedê ji milyonekî zêdetir donum erd tê cotkirin. Beşek ji hilberînê nîsk, ceh, garis û pembo ye. Lê yek ji beşeke mezin a çandiniyê jî ajotina genim e.


Midûrê Amedê yê Çandinî û Cotkariyê Mustafa Ertan Atalar jî got: “Amed yek ji bajarê herî girîng ê dexl û dan e. Me par li Amedê milyonek û 151 hezar ton genim rakiribû. Îsal ez bawer im em ê ji vê hejmarê derbas bikin. Lewre îsal di demsala çandiniyê de baraneke pir baş bariya. Ji ber baranê me hilberîneke bêhempa bi dest xist. Li bajarê me ji erdê bejî serê donumê 380-500 kîlogram û ji erdê avî jî serê donumê di navbera 500 û 700 kîlogram de me genim rakir. Erd û axa Amedê weke embareke genim e. Amed welatê dexl û dan e.” 


Mihemed Atîk jî li navçeya Çinarê ya Amedê bi hezaran donum erd dajo. Ew dibêje îsal ji ber barana zêde, genimê wan baş hatiye û cotkar cotkar ji vê rewşkê kêfxweş in.


Xwediyê erd Mihemed Atîk jî anî ziman: “Par serê donumê ji yekan 10-15 bû, lê îsal ji sedî 20-25 e. Em cotkariyeke hemdem dikin. Mirov gubreya wê û ava wê baş bide, dê 200-250 kîlo ferq bike.”


Kesên ku di nava zeviyên genim de paletî dikin jî dibêjin wan di demên dawiyê de bi qasî îsal berhemeke baş bi dest nexistiye.


Paleyê bi navê Hacî Emîn  jî got: “Ewil pir baş nebû. Piştî baran hat gelek baş bû.”


Pale Mehmet Çetîn jî wiha axivî: “Em li erdê xwe baş dinêrin, baş xwedî dikin. Ji ber vê yekê jî em berhemeke baş jê werdigrin.”


Bayram Aykaç: “Dema baran kêm bibare berhem jî kêm dibe, dema baran zêde dibe genim jî zêde tê.”


Bajarê Amedê piştî Konya û Ruhayê bajarê sereke yê çandiniya genim e. Ger Amed îsal milyonek û 400 hezar ton genim bi dest bixe dê bibe bajarê duyemîn ê hilberîna genim. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst