Ji penaberan re li Wêranşar navendeke didanan hat vekirin

Navenda Nûçeyan - Li navçeya Wêranşehira Rihayê ji bo penaberan unîteya didanan hat vekirin.

 

Li Konbajarê  Wêranşar nêzî 20 hezar penaber dimînin. Li konbajar ji bilî xizmetên xwarin û vexwarinê xizmetên tenduristiyê jî tên dayîn. Di vê çarçoveyê de unîteya didanan jî hat vekirin. 

 

Rêveberê Konbajêr Zekî Kaya daxuyaniyek da û got ku penaberên li vê derê ji bo nexweşiyên diranên xwe berê her roj diçûne nexweşxaneyên navçeye û ji ber vê wan gelek zehmetî dikişand.

 

Zekî Kaya wiha axivî: "Me jî biryar da ku em unîteyeke didanan jî vekin. Bi saya vê unîteyê me ev pirsgirêk jî çareser kir. Em li vê derê ji bo penaberên sûrî tişta ku ji destê me tê em dikin."

 

Penaberan ji ber vê xizmetê ji rayedaran re spas kir.