Çalakvanên Kurd: Bila Serdeşt bibe ‘Bajarê Aştiyê’

22-06-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Serdeşt (Rûdaw) – Komek çalakvan û aktîvîstên bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, bila di 28emîn salvegera kîmyabarana Serdeştê de bajar wek “Bajarê Aştiyê” bê binavkirin.

6 roj ji bo salvegera kîmyabarana Serdeştê maye lê komek çalakvan û aktîvîstên Serdeştê daxwaz dikin ku di 28emîn salvegera kîmyabarana Serdeştê de navê bajêr bibe “Bajarê Aştiyê”.

Di belavoka wan çalakvanan de hatiye gotin ku qesta wan ji vê yekê ew e ku peyama dostanî û aştiyê bidin hemû gelên cîhanê û bêjin, em bûne qurbaniyên dîktatorên dirrinde yên dîrokê.

Wan çalakvanên kurd ên Serdeştê bang li hemû gelê Rojhilatê Kurdistanê, Îran û hemû cîhanê kirine, alîkariya wan bikin ji bo ku navê Serdeştê bibe “Bajarê Aştiyê”.

28 sal berê û roja 28ê Hezîrana 1987ê, bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê rastî kîmyabarana rêjîma wê demê ya Iraqê hat. Di wê karesatê de ku beriya kîmyabarana Helebcê qewimî, herî kêm 140 kurdên bêguneh şehîd bûn û bi hezaran kes jî birîndar bûn.

Heta niha jî 2 hezar û 200 birîndarên wê karesatê li Serdeştê dijîn û pêwîstiya wan bi xizmetguzarî û dermanên taybet heye.

Serdeşt di şerê Îran û Iraqê de û ji aliyê rêjîma wê demê ya Iraqê ve bi çekên kîmyayî hat bombebarankirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst