Li Girê Spî guhertina demografiyê

22-06-2015
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

 

Girê Spî (Rûdaw) – Bi kontrolkirina Girê Spî ji aliyê hêzên Odeya Operesyonên Volkana Ferat û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve, kurdên Girê Spî ji koçberiya neçare vedigerin nav mal û milkên xwe.

 

Berî 2 salan hêzên îslamî yên radîkal û pişt re jî rêxistina DAIŞê bi darê zorê kurdên Girê Spî (Til Ebyed) ji bajar û gundên wan koçber kiribûn, bi kontrolkirina Girê Spî re ji aliyê hêzên Odeya Operesyonên Volkana Ferat û YPGê ve, kurdên Girê Spî ji koçberiya neçare vedigerin nav mal û milkên xwe.

 

Neteweyên serekê yên di Girê Spî de dijîn kurd û erebên. Lê di bajêr de tirkmên û ermenî jî weke kêmnetewe hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst