Almanya: Emê perwerdeya leşkerî bidin kurdên êzîdî

22-06-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Wezîra Bergiriyê ya Almanyayê, Ursula von der Leyen ragihand ku, welatê wê dixwaze kurdên êzîdî ji aliyê leşkerî ve bo şerê li dijî rêxistina DAIŞê perwerde bike.

Ursula von der Leyen îro ji rojnameya Bild a almanî re ragihand: “Ji îro de, artêşa Almanya dê li navçeyên kurdên êzîdî wan kesên ku dixwazin şer bikin da ku navçeyên xwe bigirin, di nava yekîneyekê de kom bike û li ser şer perwerde bikin.

Wê wezîra Almanyayê wiha got: “Hêzên Pêşmerge erkê amadekirina vê yekîneyê li xwe digire. Pêşmerge bi vî karî diyar dikin ku hemû alî li dijî tundrewan diwestin.”

Di dawiya sala borî de, Hikûmeta Almanya biryar da ku şêwirmendên leşkerî bişîne Herêma Kurdistanê da ku Hêzên Pêşmerge perwerde bikin.

Wezîra Bergiriyê ya Almanyayê meha Kanûna sala borî ragihand: “Me tecrubeyek nû ligel Hêzên Pêşmerge heye, ew cihê baweriyê ne li cem me û pir bi hêz in, lê pêwîstiya wan bi çek û perwerdeyê heye, lewma me biryar da, ku ji bo vê yekê navendeke leşkerî li Hewlêrê vekin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst