Kongreya awarte ya HDPê li Enqereyê desptêkir

 

Enqere (Rûdaw)- Kongreya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duyemîn kongreya xwe ya awarte li paytexta Tirkiyê Enqereyê da destpêkirin.

Duyemîn kongreya awarte ya HPDê li Salona Sporê ya Ahmet Taner Kişlali li Enqereyê destpêkir û biryar e îro bi dawî were.

Li salona kongreyê pankartên “Perwerdeya zimanê dayikê mafê mirovan e”, “Ji girtiyên siyasî re azadî” û gelek pankratên din hatin daliqandin.

Ev yekemîn kongreya HDPê ye piştî ku parlamenterên Partiya Aştî û Demokrasiyê bi fermî tevlî HDPê bûn.

Di kongreyê de wê serokê giştî yê HDPê bê hilbijartin û li gor zaniyariyên ku belav bûne, bi tenê Selahedîn Demîrtaş namzed e.

Her di vê kongreyê de wê HDPê namzedê xwe ji bo serokomariya Tirkiyê destnîşan bike.