Duyemîn kongreya awarte ya HDPê hat lidarxistin


Enqere (Rûdaw) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), duyemîn kongreya xwe ya awarte li dar xist. Di kongereyê peyamên yeketiyê û pêşvebirina doza kurdan hate dan.

 

Yekem car e di kongreyeke HDPê de evqas mêvanên dewletên bêyanî jî amade bûn û çapemeniyê jî eleqeyak gellek mezin nîşanî kongreyê da. 


Duyemîn kongreya HDPê li paytextê Tirkiyê, Enqerê, bi beşdariya bi hezaran kesan birêve çû. Li gellek bajarên Bakûrê kurdistanê û Tirkiyê ji bo beşdariya kongreyê bi hezaran kes hatibûn her wiha gellek nûnerên welatên derve jî tevlî kongreyê bûn.

Digel hemû parlementer û rayaedarên HDPê û BDPê, li Başûrê Kurdistanê li ser navê PDKê endamê polîtburoya wê partiyê Kemal Kerkukî, nûnerên Yeketiya Parlementerên Kurdistanê Zana Rustayî û Mihmed Reûf , Hevserokê Meclisa Gel ya Rojavayê Kurdistanê (EGRK) Abdulselam Ehmed jî di kongreyê de amadebûn. 


Di kongreyê de hevserokên HDPê Ertugrul Kurkuçu û Sebahet Tuncelê û namzedên hevserokatiya HDPê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî axaftin kirin…