Zanyariyên şehîdên Komkujiya Helebceyê bi projeyeke dîjîtal têne arşîvkirin

22-05-2023
RÛDAW
Nîşan Komkujiya Helebceyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komîteya Arşîva Dijîtal a Komkujiya Helebceyê daxwaz ji mirovên qurbaniyên kîmyabarana Helebceyê kir ku bi formekê zanyariyên şehîdan ji wan re bişînin û dibêje heta niha zanyariyên 369 şehîdan li malperê hatine zêdekirin ku hewleke arşîvkirin û navneteweyîkirina kîmyabaran Helebceyê ye.

Serokê Komîteya Arşîva Dijîtal a Komkujiya Helebceyê Dr. Nerîman Helebceyî roja Yekşemê 21ê Gulana 2023an ji Rûdawê re ragihand, “Berê jî bi rêya hevpeyvînên bi xizmên şehîdên Helebceyê re, me navên 369 şehîdan xistibû nav malpera xwe ku hewla berhevkirin, arşîvkirin û belgekirina dosyeya kîmyabarana Helebceyê û şehîdên wê ye. Proje hewleke Zankoya Helebce ya ji bo vê armancê ye û em dixwazin vê pêvajoyê bileztir bikin.”

Dr. Nerîman Helebceyî li ser pêngava nû got, “Bi rêya formeke taybet ku me li ser malpera xwe belav kiriye, em ji malbatên serbilindên şehîdên kîmyabarana Helebceyê daxwaz dikin ku formê tije bikin û zanyariyên temam li ser şehîdên xwe binivîsin û ji me re bişînin da ku em vê projeyê temam bikin, ji ber ev rêyek hêsantir e; form li ser vê lînkê heye.”

Rêveberê Ragihandin û Peywendiyan ê Wezareta Karûbarên Şehîdan û Qurbaniyên Enfalê Adil Mela Salih jî ji Rûdawê re behsa projeyê kir û ragihand, “Biryar e rêkxerên projeyê Wezîrê Şehîdan re bibînin. Em dixwazin ji nêzîk ve li ser projeyê zanyariyan werbigirin û bizanin em çawa dikarin hevkar bin.”

Di 16ê Adara 1988an de Hikûmeta Iraqê ku wê demê Sedam Husên serokatiya wê dikir Helebce bi bombên kîmyewî hatibû bombebarankirin û di encamê de 5000 Kurdan canê xwe ji dest dabûn, hejmareke zêdetir jî birîndar bibûn.

Arşîva Dijîtal a Komkujiya Helebceyê yek ji projeyên Zankoya Helebceyê ye û ji aliyê komîteyeke taybet ve tê birêvebirin. Heta niha di çarçoveya projeya ku di sala 2022an de dest pê kir malper bi Kurdî û Îngilîzî heye, hejmarek belge, wêne, pirtûk, destnivîs, hevpeyvîn û berhevkirina zanyariyan li ser şehîdên kîmyabarana Helebceyê tê de hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst