Karayilan li ser 'berbijêrên Partiya Çepên Kesk' axivî

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji rêveberên payebilind ên PKKê Murat Karayilan li ser lîsteyên berbijêrên Partiya Çepên Kesk axivî û got, “Dibe ku di xebatan de kêmasî çêbûne. Bi gotineke din, dibe ku di şêwaza xebat, plansazkirin û diyarkirina namzetan de kêmasî hebin. Sazî û rêxistinên pêwendîdar li ser vê mijarê civîn li dar xistin û nêzîkatiyên xwe pêşkêş kirin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan ji Radyoya Dengê Gel re têkildarî hilbijartinên 14ê Gulanê axivî.

Karayilan têkildarî encamên hilbijartinê got, “Di hilbijartinên dawî de ev rastî careke din derket holê. Gelê me vîna xwe nîşan da. Li dijî hemû zextên faşîst, girtin, komkujî, tecrîd û her cure êrîşan; dîsa tevî hemû hewldanên dewletê û helbet hemû dizî û xapandinên ji bo ku gelê Kurd di van hilbijartinan de îradeya xwe nîşan nedin û nikaribin benda hilbijartinê jî derbas bikin, encama ku derketiye holê encameke bi rastî jî girîng e. Ji bo gelê me di warê parastina vîna xwe de serkeftinek e. Bi vê boneyê rêveberiya me gelê me û hemû kesên di vê serdemê de ked dane pîroz kir. Bi taybetî gelê me yê bi rûmet ên Botanê, gelê Şirnex û Colemêrgê û gelê Varto û Licê yên ku encamên bilind bi dest xistine, pîroz dikim.”

Karayilan rexneyên li ser berbijêrên parlamenteriyê yên ku ji aliyê Partiya Çepên Kesk ve hatine destnîşankirin nirxand û anî ziman, “Ji aliyekî din ve bêguman, dibe ku di xebatan de kêmasî çêbûne. Bi gotineke din, dibe ku di şêwaza xebat, plansazkirin û diyarkirina namzetan de kêmasî hebin. Sazî û rêxistinên pêwendîdar li ser vê mijarê civîn li dar xistin û nêzîkatiyên xwe pêşkêş kirin. Bi rastî jî guncav bû û gotin ‘Me peyama gelê xwe wergirt; me kêmasiyên xwe tespît kir û em xwerexneyê didin.’ Xuyaye ku her kesî mesele fêm kiriye û di nêzîkatiyeke berpirsyar de ye. Yanî hem encam xurt e hem jî kêmasî hene. Bi qasî ku em têdigihîjin, li ser kêmasiyan tê sekinandin. Ya girîng ew e ku di vê çarçoveya ku ji niha û pê ve derdikeve holê de bi awayekî xurttir nêzikî wê bibe.”