Bûka ku di roja daweta xwe de reviyabû hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Koye ya Hewlêrê bûkeke ku di roja daweta xwe de reviya, roja Yekşemê li Soranê hat desteserkirin.

Yadgar ê zava bûka wî sibeha dawetan wan reviyabû. Ew bi rojan li her derê li bûka xwe geriyabû lê nedîtibû, bûka wî roja Yekşemê 21ê Gulana 2023an li navçeya Soran a Hewlêrê hate desteserkirin.

Navê bûka reviyayî H.K.M ye û xelkê navçeya Koyeyê ye, Rêveberiya Têkoşîna Tundûtûjiya Li Dijî Jinan û Malbatê ya bajarê Soranê ragihand ku destgirtiya wê giliya xwe gihandibû nivîsgeha wan a Koyeyê lê piştî wê wan dîtiye ku ew jin reviyaye bajarê Soranê.

Malbata bûkê ku cîranê malbata zava ye li Koyeyê bare cihekî ku malbata zava nizanin kiribû.

Merasîma dawetê, şîrînî, kuafor û wêneyên bûk û zava jî hatibûn girtin.

Dayika zava ku navê Xeyal e roja 15ê Gulana 2023an ji Rûdawê re got, “Min pênc misqal zêr jê re kiribûn û sê milyon dînar û tiştên din jî dabûn wê. Paşê got mala me cuda bikin, me ew jî kir.” Malbata zava dibêje bûkê zêr, pere û kelûpel jî birine.

Rêveberiya Têkoşîna Tundûtûjiya Li Dijî Jinan û Malbatê ya li Soranê ragihand ku wan roja Yekşemê jina ku reviyabû desteserkirine. Li gorî madeya 446 a yasaya cezayê ya Iraqê, ew dê radestî Rêveberiya Têkoşîna Tundûtûjiya Li Dijî Jinan û Malbatê ya Koyê-Hewlêrê bê kirin.