Li Wanê bi hinceta PKKê 23 kes hatin desteserkirin

22-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, di çend operasyonên rojên borî de bi hinceta “endamtiya PKKê” 23 kes hatine desteserkirin.

Rêveberiya Ewlekariya Wanê di daxuyaniyekê de ragihand ku di navbera 15-21ê Gulanê de de bi armanca “bidawîanîna çalakiyên rêxistinê” li sînorê parêzgeha Wanê hejmarek operasyon hatine kirin.

Li gor Rêveberiya Ewlekariya Wanê, di operasyonên cuda de bi hinceta “endamtiya PKKê” 23 kes hatine desteserkirin.

Kesên desteserkirî bo Rêveberiya Ewlekariyê ya Wanê hatine veguhastin û derbarê wan de karên yasayî hatine kirin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hêzên emnî rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst