Li Rihayê baran û zîpikê zirar gihand berhemên çandiniyê

22-05-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Riha Zîpik Teyrok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li beşeke zêde ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber barîna teyrokek (zîpik) dijwar ku şeva 20ê Gulanê barî, hema hema hemû berhema cotkaran a îsal ji nav çûye.

Cotkarên ku hatine ser zeviyên xwe di nav bêçaretiyeke mezin de li berhema xwe ya ji navçûyî dinêrin.

Abdulhalim Yokuş, cotkar dibêje: “Ez çandiniya bacana dikim, roja 31ê Adarê qeşayê lê da û vê carê jî teyrokê lêda.”

Cotkar, Îbrahîm Saglam dibêje: “Demjimêr yekê şevê ez hatim vir, me dît rewş wiha ye, keyfa me xirap bû û em vegeriyan çûn malê, heta sibê em ranezan.”

Hinek ji cotkaran jî daxwaz dikin, hikûmet ziranên ku di vê karesata xwezayî de gihîştiye cotkaran, qerebû bike.

Cotkar, Îsmaîl Akpinar dibêje: “Şevê din teyroka ku li vê navçeya me barî, zerar gihand hemû cotkaran. Yên min ez zebze diçînim, zerara me gelek zêde ye, em li bendê ne dewlet alîkariya me bike.”

Her çendî baran û şilî bi xwe re bereketê tînin, lê vê carê ji bo cotkaran nebû sedema keyfxweşiyê û gelek zirar gihîşt berhema çandiniyê.

Ji ber têkçûna keşûhewayê, baran û şiliya ku ne di wextê xwe de barî, cotkarên Rihayê li şûna ku niha dest bi rakirina berhemê çandiniyê bikin, hemû berhema wan a îsal bi barîna vê teyrokê re ji nav çû.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst