Sêwas: Karkerê ku di bin xîçikan de ma canê xwe ji dest da

22-05-2023
RÛDAW
Nîşan Sêwas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêwasê ya Bakurê Kurdistanê, karkerê di bin xîçikan de ma canê xwe ji dest da.

Li Taxa Danişmentgazi ya Sêwasê, şeva 21ê Gulanê di kargeheke çîmento de Îsmet Goktaşê 50 salî di bin xîçikên ku ji barhilgirekê rijiyan de ma. Li ser agahdarkirinê tîmên rizgarkirinê û tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Di encama lêgerînan de termê Goktaş, di bin xîçikan de hat dîtin. Termê Goktaş bo karên otopsiyê bo Nexweşxaneya Lêkolîn û Cîbicîkirinê ya Zanîngeha Komarê ya Sêwazê hat veguhestin.

Tê gumankirin di dema vekirina deriyê (qapax) piştê yê barhilgirê de xîçik bi ser Goktaş de rijiyabin û di bin de ma be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst