Nêçîrvan Barzanî: Divê YNK û PDK destê hizbî ji ser Pêşmerge bikşînin

22-05-2022
RÛDAW
Nîşan PDK YNK Hêza Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Şemiyê di axaftina xwe ya li merasima derçûna pileya şeşemîn a efseran û pileya 16 a Pêşmerge li 3. Koleja Serbazî ya Qelaçolan a Silêmaniyê de, pîrozbahî li 503 efser û derçûyên hemû navçeyên Herêma Kurdistanê kir. Nêçîrvan Barzanî diyar kir divê YNK û PDK destê hizbî ji ser Pêşmerge bikşînin.

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku ew çirûskeke nû dixin nav refên Pêşmerge û daxwaz kir ku divê bilez yekkirina Hêzên Pêşmerge were kirin û “destê hizbî ji ser Pêşmerge were bikşînin.”

Nêçîrvan Barzanî ragihand, “Ji bo parastina şanazî, rêz û hezkirina Pêşmerge divê bibin yek.

Yekkirina Hêzên Pêşmerge pêwîstî bi kar û pêngaveke bi lez û bi bawerî heye.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di beşeke axaftina xwe de ragihand ku parastina serweriya Iraqê di berjewendiya her welatiyekî Iraqî de ye û Pêşmerge parlamento û çendîn dezgehên Iraqê parastiye.

Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê, Wezîrê Berevanî û Serokerkanê Artêşa Iraqê kir ku, wek di destûra Iraqê de heye û divê wek beşeke sîstema berevaniya Iraqê, Hêza Pêşmerge bibînin û pêdiviyên Pêşmerge dabîn bikin. Divê di yekkirina her du lîwayan de lez bikin ku rê li ber bihêzbûna DAIŞê li herêmê were girtin.”

Axavtina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:

Kêfxweş im ku îro beşdarî merasima derçûna xweştirîn kesên Kurdistanê, Pêşmergeyên qehreman dibim. Di serî de ez pîrozbahiyê li hemû mamoste û rahênerên her du xulên 16emîn ê bineretî û 6ê amadekirina efseran dikim. Hûn du sal û sê mehan di perwerdeya bineretî û neh mehan jî di perwerdeya amadekirina efseran de erka xwe bicîh anî.

Ez destxweşiyê li karmendên Koleja Serbazî ya 3 ya Qelaçolanê dikim ku ji bo dabînkirina hemû pêdiviyên ji bo serkeftina van her du xulan gelek xebat kirin.

Rola Koleja Serbazî ya 3 di perwerdekirina hêzên Pêşmerge û hêzên leşkerî yên Iraqê de, berçav û hêja ye. Divê ez bibêjim ku Koleja Serbazî ya Qelaçolanê bîranîneke girîng a Serok Mam Celal e.

Ez yek bi yek pîrozbahiyê li wan 503 efser û derçûyên ku ji hemû parêzgeh û navçeyên Herêma Kurdistanê û navçeyên nakok beşdarî kursê bûne, dikim û pîrozbahiyeke taybet li van keçan dikim ku beşdarî vê xulê bûne. Hêvî dikim ku mînakên wan li Kurdistanê gelek bin.

Bi baweriya min hûn di warê teorî û pratîkî de gelek tişt fêr bûne û dikarin xwîn û hêzeke nû bixin nav Hêza Pêşmerge û ez pîrozbahiyê li dê û bav û merivên wan derçûyan dikim, spasiya wan dikim ku zarokên xwe pêşkêşî Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê kirine. Destxweşiyê li hevkariya Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê dikim ji bo berdewamiya hevkariya wan bi Koleja Serbazî re.

Pîrozbahiyê li Pêşmergeyan dikim

Gelê Kurdistan û Iraqê, ez pîrozbahiyê li we dikim ku hûn derçûna vê pola Pêşmerge li vir dibînin, ji ber ku ew dê bibin alîkarên mezin ji bo parastina serweriya Iraqê, parastina serweriya Iraqê di berjewendiya her welatiyekî û herêma Iraqê de ye. Parastina Iraqê ji bo me gelekî girîng e û parastina Herêma Kurdistanê weke beşek ji dewleta Iraqê divê ji bo her Iraqî û hemû saziyên dewleta Iraqê girîng be û wek erkekî hevbeş were dîtin.

Bihêzbûna Iraqê û parastina berjewendiyên gelê Iraqê dê Herêma Kurdistanê jî di nav de hemû navçeyên Iraqê bi hêz bike.

Federalî ji bo hêsankirina birêvebirina karûbarên navxweyî yên welat û wekheviya di navbera civak û navçeyên Iraqê de ye. Federalî serweriya Iraqê lawaz nake lê dê hevkariya me li Iraqê bihêztir bike.

Destûra Iraqê bi vê têgihiştinê ji nû ve hat nivîsandin, ji ber wê jî em her tim daxwaz dikin ku em li gorî ruhê destûrê bi hev re tevbigerin ku em di wê baweriyê de ne ku eger wisa bibe em hemû serketiyên proseya siyasî ya Iraqê ne.

Dema ku sînorên Iraqê, hêz û biryarên wê ji destwerdanên derve tên parastin, ev yek di tevahiya berjewendiya Iraqê de ye. Dema ku hemû herêm, parêzgeh û deverên Iraqê bên paraztin, ev yek jî di berjewendîya hemû Iraqiyan de ye. Ev nerîna me li Herêma Kurdistanê ye û pêşmerge bi vê hest û bawerîyê perwerde dibin. Ji ber vê yekê em bi serbilindî dibêjin ku piştî herifîna rejîmê di sala 2003an de asayîşa li deverên Bexda û parlamentoya Iraqê di ewlehiyê de ma, ji ber ku parastina wan erkê Pêşmergeyên Kurdistanê bû. Li gor gotinên şahidan pêşmerge bi awayekî profesyonelî karên xwe kirine û niha li hin ji wan cihan bi rêve dibin.

Pêşmerge beşdarî rizgarkirina Kerkûk û Diyala û navçeyên din bû

Herwiha pêşmerge di şerê DAIŞê de hevbeşek û piştgiriyeke xurt bû artêşê û hemû hêzên çekdar ên Iraqê re û parêzgehên Kerkûk û Diyala parastin û di rizgarkirina Beşîr, Mûsil û gelek cihên din ên Iraqê beşdar bûn.

Ji ber evê çendê ez daxwazê ji hemû Iraqîyan dikim ku li dijî grûpên neqanûnî yên nava Iraqê yên ser Herêma kurdistanê bin. Ew grûp bi van kiryarên xwe rê li ber aloziyên berdewam xweş dike û ew dixwazin ku zemîn ji binpêkirina serwerîya Iraqê re berdewam be. Aramî û aştiya hemû bajêr û cihên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî û aramiya Hewlêrê, Necef, Silêmanîyê, Besra, Duhokê û Enbar hemû bi yek ve girtî ne. Serweriya me hemûyan li Iraqê hevbeş e, û bi heman şêwe berjewendî, serkevtin û şkestinên me hevbeş in.

Ez dixwazim di vê merasîmê de daxwazê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê, Wezîrê Berevanî û Serokerkanê Artêşa Iraqê bikim ku wek di destûra Iraqê de hatiye dîyarkirin, weke beşekî sistema bergirîya Iraqê li Hêzên Pêşmerge binerin û pêwistiyên Pêşmerge pêk bînin.

Herwiha pêwîst e, lez li destpêkirina her du tabûrên hevbeş were kirin ku biryar hatiye girtin rê li ber xurtbûna DAIŞ'ê li herêmên nakok were girtin.

Mixabin rojane welatiyên gund û deverên dimînin nav sînorê madeya 140 ya destûrê de, pêşmerge, artêş û Heşda Şeibî rastî êrîşên terorîstên DAIŞê tên. Ji ber ku êrîşên DAIŞê yên li van herêman zêde dibin, asayîkirina rewşa li Şengal, Kerkûk, Mexmûr, Xaneqîn, Gulala û herêmên din, ji her demê bêhtir pêwîst e ji bo aramkirina Iraq û Kurdistanê.

Divê hemû alî bibin alîkar ku DAIŞ xurt nebe

Divê em hemû bibin alîkar da ku DAIŞ xurt nebe û divê em rê nedin ew hevakarî têk biçe ku di şerê DAIŞê de di navbera hemû pêkhateyên Iraqê de çêbûye.

Operasyonên hevbeş ên di van demên dawî de di navbera pêşmerge û artêşa Iraqê de li dijî DAIŞê pêk hatin, karekî serkeftî bû, lê ev jî têrê nake û pêwîstî bi çalakiyeke hevbeş a berdewam heye. Destpêkirina herdu lîwayên hevbeş ên pêşmerge û artêşê di vî warî de dê bibe pêngaveke baş.

Gelê Kurdistanê yê hêja

Heta niha her du Hêzên Piştevaniyê yên 1 û 2 û lîwaya 22 ya Hêzên 70 û 80 di bin Wezareta Pêşmerge de hatine bicihkirin. Ev pêngavekî girîng e û cihê destxweşiyê ye ji bo Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê û hevpeymanan lê rêkxistin û yekkirina Hêza Pêşmerge pêwîstî bi kar û pêngavên bi lez û bi bawerî ye.

Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de qehremaniyeke wisa nîşan da ku ji aliyê netewe û serokên mezin ên cîhanê ve hat pesinandin û wek her carê bû cihê şanaziya gelê Kurdistanê. Ji bo parastina şanazî, rêz û hezkirina Pêşmerge divê Hêza Pêşmerge bibe yek.

Rast e li gor yasayan Serokatiya Herêma Kurdistanê erka wê ya Fermandeyê Giştî yê Hêza Pêşmerge heye lê ji bo çaksazî û yekkirina Pêşmerge were cibicîkirin divê YNK û PDK bi bawerî û bê poşmanî biryarê bidin ku destê hizbî ji ser karûbarên Pêşmerge bikşînin. Bi vê şêweyê çaksazî û yekkirina rasteqîne ya Pêşmerge dest pê dike û bi ser dikeve, heger na ew tişta ku hatiye cîbicîkirin tevî hemû nakokiyên siyasî dê hilweşe.

Yeknekirina Pêşmerge, hêz û dezgehên asayîşê bûye sedem ku hemû nakokiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê rasterast bandorê li ser asayîş û derûniya welatiyan, bazar, karsaz û kesayetiyên xelkê vî welatî bike. Wisa lê hatiye kirin ku gel çaverêyî parçebûna Herêma Kurdistanê û şer bikin ku xweşbextane di demên herî dijwar de jî min ev yek ne mumkun dîtiye lê divê xem, metirsî û hesasiyeta gelê Kurdistanê ji bo me girîng be. Divê me han bide ku em wan sozên ku partiyên me dane gelê Kurd cîbicî bikin, bi sonda her yekî ji me bi gelê Kurdisanê û ruhê şehîdan xwariye ku me soz daye Pêşmerge bikine hêzeke niştimanî, dûrî destwerdana hizbî, rê li ber parçebûna ax û gel û berjewendiyên gelê me bigirin.

Heger em dixwazin rêz li ruhê şehîdan bigirin, heger em dixwazin rêz li tekoşîna Pêşmerge bigirin ku di rêya parastina Kurdistanê û destfeftan xwîna xwe rijandin, heger em dixwazin heza Pêşmerge di dilê gel de biparêzin, qehremaniya Pêşmerge di çavê cîhanê de neşkînin divê di demeke kurt de destwerdanên partiyan di nav karûbarên Pêşmerge de bi dawî bibe.

Gelek armancên rewa, pîroz û mezin hene li Kurdistan û Iraqê ku dikarin xwe serqal bikin û destkeftên Herêma Kurdistanê pêş bixin.

Nabe ku hizb dudil bin ku destên xwe ji karûbarên Pêşmerge vekêşin, ji ber ku hikûmet û serokatiya Herêma Kurdistanê du dezgehên niştimanî ne ku baweriya gel û partiyên Kurdistanê pê tê, Parlamentoya Kurdistanê jî wek dezgeha herî bilind a çavdêr bi ser Hêza Pêşmerge de çavdêrî dike.

Amadeyên hêja

Çima divê em lezê bidin birêxistinkirin û yekkirina Pêşmerge? Şerê me yê berfireh li dijî DAIŞê bûye sedem ku baştirîn şêwirmendên leşkerî yên cîhanê alîkariya Artêşa Iraqê û Hêza Pêşmerge bikin, îro jî ev alîkarî berdewam in. Cihê şanazî, spas û rêzê yê gelê Kurdistanê, Hikûmeta Kurdistanê û Serokayetiya Herêma Kurdistanê ne.

Hevpeymanan dest bi projeyeke gelekî baş kirine ji bo şêwirmendî û alîkariya Pêşmerge ji bo rêkxistin û yekkirina wê di bernameya Pêşmerge de, ev jî dê bibe derfetek ku vê derfetê ji dest nedin bo Pêşmerge û gelê Kurdistanê. Hevpeymanan alîkariya Pêşmerge dikin lê di nav Hêza Pêşmerge de nakevin nav nakokiyên YNK û PDKê.

Daxwazê ji Hikûmeta Iraqê dikim ku bi cidî piştevaniya vê proseyê bike, ji ber ku destkefteke niştimanî ya Iraqê ye û Pêşmerge bi serbilindî beşek ji sîstema berevaniya Iraqê ye.

Di şerê li dijî DAIŞê de, Pêşmerge bi xwîna xwe îsbat kir ku parêzvanê hemû gelê Iraqê û piştevanê artêşa Iraqê ye. Her wiha divê em bi cidî dest bi tevlîkirina hemû pêkhateyên Kurdistanê di nava hêzên Pêşmerge de bikin, gelekî girîng e ku Tirkmen, Asûrî, Keldanî, Suryan,Êzidî û hemû pêkhate bi rêjeyeke berçav beşdarî Hêza Pêşmerge bibin. Ev ne xerîbê dîroka Pêşmerge û xwîna bi sedan Pêşmergeyên Ereb, Mesîhî, Êzidî û Tirkmenan e di destanên Pêşmergeyan de ku bi xwîna xwe nivîsandine.

Welatiyên hêja

Ji bo kêmkirina nakokiyên siyasî û bandora wan li ser rewşa Kurdistanê, me wek erkê xwe yê yasayî di Serokatiya Herêma Kurdistanê de hewl daye ku çareser bikin û me bi berdewamî ligel hemû aliyan gotûbêj kirine. Ez bi kêfxweşî dibêjim ku êdî zemînek heye bo nermbûn û diyalogê bi hev re heye û şerê medyayê jî hinekî kêm bûye. Di rastiyê de, nakokiyên me yên pir mezin nînin ku neyên çareserkirin lê carinan em astengên derûnî çêdikin ji bo ku em bi hev re rûnin. Ev rewş gelek caran di nav YNK û PDKê de durist dibe ku bi rastî nerehetî ye ji bo hemû gelê Kurdistanê. Me berê jî wisa kiriye, divê niha jî wisa bikin ku hikûmet, parlamento, dadwerî û serokatiya Herêma Kurdistanê nebin qada nakokiyên hizbî, divê her dûr bin ji wan milmilaneyan. Dahata Herêma Kurdistanê ji bo hemû karmend û hemû xelkê Herêma Kurdistanê ye, di heman demê de divê biryarên hikûmet û hemû saziyên Herêma Kurdistanê li hemû deveran bi hev têgihîştinê bên cîbicîkirin.

Mixabin ji ber nakokiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê gelek caran ez hest bi bêhêvîbûn û reşbîniya gelê Kurdistanê dikim, ev yek gelekî bi êş e lê ez her dem geşbîn im ji ber ku baweriya min bi hişyariya gelê Kurdistanê heye.

Ez gelek caran dibihîzim ku efser û piledarên Pêşmerge bi niştimanperwerî pirsgirêkan û heta çareseriyan jî pêşkêş dikin, ji ber wê jî ez di wê baweriyê de me ku, eger Pêşmerge bi rêk û pêk were her dem dikare ji aliyê gelê Kurd û cîhanê ve were hezkirin û divê bi temamî xwe ji nakokiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê dûr bixe. Erka Pêşmerge parastina destkeftên Herêma Kurdistanê ye ku bi xwîna sedhezaran şehîdan hatine bidestxistin. Pêşmerge divê wefadarê sonda xwe be, dûrî milmilaneyên nav partiyan be.

Sedema ku ez bi derçûna van her du xulên Pêşmergeyan gelekî kêfxweş im ew e ku ez dizanim bi ruhekî neteweyî û li gor zanyariyên serbazî yên pêşketî hatine perwerdekirin.

Careke din pîrozbahiyê li we hemûyan dikim, her bijîn û serkeftinê ji we hemûyan re dixwazim, bijî Kurdistan, bijî Kurd, avedan be welat.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst