Ew jina Nêçîrvan Barzanî destê wê maç kir dayika sê şehîdan e

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku bi serdanekê li Silêmaniyê ye, di merasima derçûna efserên Kolêja Leşkerî ya Qela Çuwalanê de destê jinekê maç kir. Hat zanîn ku ew jina Nêçîrvan Barzanî destê wê maç kir, dayika sê şehîdan e.

Îro Yekşembê 22ê Gulanê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tevî şandeke pilebilind serdana Silêmaniyê kir.

Nêçîrvan Barzanî li Silêmaniyê beşdarî di merasima derçûna efserên xûla 6 a efseran û xûla 16 a Pêşmerge li Kolêja Leşkerî ya Qela Çuwalan a Silêmaniyê de kir. Serok Nêçîrvan Barzanî herwiha gelek civîn û hevdîtin jî ligel aliyên siyasî pêk anîn.

Dema ku Nêçîrvan Barzanî ligel Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ji cihê merasîmê derdiket, rastî dayikeke temen hat, piştî axaftineke kurt Serokê Herêma Kurdistanê destê wê dayikê maç kir.

Wêne û dîmenên vîdyoyî yên wan kêliyan li ser medyayên civakî bi awayekî berfireh hatin parvekirin.

Li gor agahiyên Rûdawê, ew jina îro Nêçîrvan Barzanî û Bafil Talebanî bi baldarî guh dabûne wê û piştre Nêçîrvan Barzanî destê wê maç kir, dayika sê şehîdan e û îro kurekî wê yê din jî xûla efserî ya li Qela Çuwalanê qedand.

Navê wê jinê Şîrîn Ehmed Reşîd e, xelka nahyeya Şiwan e û niştecihê Taxa Bekreco ya bajarê Silêmaniyê ye.

Şîrîn Ehmed Reşîd ji Rûdawê re axivî û got, “Îro min hewl da Nêçîrvan Barzanî bibînim, min dixwest biçim cem wî, di dema çûnê de tesadûf ew û kek Bafil Talebanî ji nêzîk min re derbas bûn. Nêçîrvan Barzanî hat cem min û destê min maç kir. Ji min re got dayikê can tu çawayî? Rewşa te baş e? Min jî ser milê wî maç kir.”

Şîrîn Ehmed Reşîd, dayika sê pêşmergeyên bi navê Saman, Sîrwan û Soran e. Soran di şerê grûpa Cund el –Îslam şehîd bûye, Sîrwan di şerê dijî DAIŞê de û Saman jî di 16ê Cotmehê û şerê berevaniya li Kerkûkê de şehîd bû.

Niha sê kurên wê dayikê mane ku yek ji wan navê wî Hîwa ye û îro Yekşembî 22ê Gulanê yek ji derçûyên xûla efserî ya Kolêja Leşkeriya Qela Çuwalanê bû.

Du kurên din ên wê dayikê jî çûne derveyî welat.