Wezîrê Pêşmerge ji Nêçîrvan Barzanî alîkarî xwest

22-05-2022
RÛDAW
Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl
Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl
Nîşan Herêma Kurdistanê Pêşmerge Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl îro di merasima derçûna hejmarek efser û pêşmergeyên Kolêja Serbazî ya 3 a Qela Çuwalan a Silêmaniyê de behsa reformên Wezareta Pêşmerge û pêngavên ji bo yekxistina hêzên pêşmerge kir û daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir ku “di çêkirina hêzeke yekgirtî û serbixwe ya Pêşmerge de” bi Wezareta Pêşmerge re alîkar be.

Îro li Kolêja Serbazî ya Qela Çuwalan a Silêmaniyê merasimeke taybet bi derçûna efserên xûla 6 a efseran û xûla 16 a Pêşmerge hat sazkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl, Hevserokê YNKê Bafil Talebanî û hejmarek rayedarên din ên hikûmî û hizbî di merasimê de amade bûn.

Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê, Şoriş Îsmaîl di merasimê de gotarek pêşkêş kir û behsa reformên Wezareta Pêşmerge, pêngavên ji bo yekxistina hêzên pêşmerge û peywendiyên navbera hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê kir.

Şoriş Îsmaîl amaje bi reformên herî dawî yên di nava hêzên pêşmerge de kir û got, “me destkeftên mezin bidestxistine.”

Şoriş Îsmaîl reformên di nava wezareta pêşmerge de wek pêngavên wêrek bi nav kir û diyar kir, “yekkirina hêzan û rêkxistina wan di bin sîwana wezaretyê de, girêdana wan hêzan bo ser wezaretê, qedexekirina karê siyasî di nav Pêşmerge de, nehîştina aboneya hizbî û rêgirtin ji hederdana milyaran dînaran”, hejmarek pêngav in ku Wezareta Pêşmerge di çarçoveya reforman de avêtine.

Wezîrê Pêşmerge daxwaz ji tevaya aliyên siyasî, Serokê Herêma Kurdistanê û serokatiya encûmena wezîran kir, bi ti awayekî rê neyê dan li derveyî saziyên leşkerî, ti hêzeke din were avakirin û ti kesekî din wek Pêşmerge were wergirtin û ew yek tenê di rêya Wezareta Pêşmerge û saziyên leşkerî yên wezaretê re bi mekanîzmên nû bê kirin.

Di berdewamiya axaftina xwe de, Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê diyar kir ku beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê di merasima leşkerî ya Kolêja Leşkerî ya Qela Çuwalanê de “peyamek e ber bi arasteya tifaq û yekdengiyê û herwiha piştgiriya ji bo reformên di wezareta pêşmerge de” û got, “Ez di rêya birêz Nêçîrvan Barzanî re daxwaz ji her du aliyên beşdar di pêkanîna Hza Pêşmerge ya Kurdistanê de dikin, bêtir bi me re alîkar bin û piştevaniya me bikin di bidestxistina armanca mezin de ku çêkirina hêzeke yekgirtî ya serbixwe û modern e.”

Şoriş Îsmaîl, bihêzî û lawaziya peywendiyên navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê bo pirsgirêkên siyasî yên navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê vegerand û got: “Em wek Wezareta Pêşmerge berdewam destpêşxer bûne û me hewl jî dane ji bo ligel artêşa Iraqê bigihin rêkeftinê, ta niha jî em nesekinîne û em berdewam in, lê belê her dem ku rewşa siyasî ya aliyên siyasî bi pirsgirêk be, bandor li peywendiyên me jî dike.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst