Li Kirmaşanê 40 kes jehrî bûne
Hewlêr (Rûdaw) – Di du mehên bihorî de li parêzgeha Kirmaşanê 40 kes bi sedema xwarina kuvarkên bi jehrî nexweş ketine û rakirine nexweşxaneyan.
Cîgirê Serokê Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Kirmaşanê bo karûbarên tendirustiyê, Îbrahîm Şekîba ragihand, “ji Newroza îsal ve heta niha 34 kes bi sedema xwarina kuvarkên jehrî rakirine nexweşxaneyan û li nexweşxaneyan hatine dermankirin, herwiha 6 kes jî derman wergirtine.”
Îbrahîm Şekîba diyar kir, ji hev cudakirina kuvarkên tên xwarin û kuvarkên jehrî pir zehmet e û ji ber wê yekê ye ku xelk nexweş dikevin û wan radikin nexweşxaneyan.
Şekîba got, zikêş, vereşan, tevlihevbûna dil û serêş ji nîşaneyên xwarina kuvarkên jehrî ne.
Cîgirê Serokê Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Kirmaşanê bang li xelkê parêzgehê kir ku agahdar bin û eger ew nîşane di laşê wan de hebûn, serdana nexweşxaneyan bikin.