Mesrûr Barzanî û Elî Qeredaxî civiyan

22-05-2021
RÛDAW
Nîşan Elî Qeredaxî Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Yekîtiya Zanayên Misilman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Mesrûr Barzanî û Elî Qeredaxî civiyan û tekezî li ser “girîngiya yekrêzî û hebûna hevhelwêstî li ser pirsên nîştimanî û çareserkirina kêşeyan bi diyalogê” kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro, 22/05/2021, pêşwazî li Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Zanayên Misilman Dr. Elî Qeredaxî kir.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di civînê de Mesrûr Barzanî û Elî Qeredaxî giftûgo derbarê girîngîpêdana çanda mînanereviya olî û bihevrejiyana aştiyane li Herêma Kurdistanê û rola zanayên îslamî yên Kurdistanê di piştgîrîkirina karnameya reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin.

Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, civînê herdu aliyan tekezî li ser “girîngiya yekrêzî û hebûna hevhelwêstî li ser pirsên nîştimanî û çareserkirina kêşeyan bi diyalogê” kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst