Denmark dê malbatên DAIŞê yên li Rojava girtî ne vegerîne

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Denmarkê biryar daye ku malbatên DAIŞê yên hilgirên regeznameya Denmarkî ne û li bakur û rojhilatê Sûriyê girtî ne vegerîne.

Hikûmeta Danîmarkê ev biryara xwe bi wê behaneyê derxistiye ku metirsiya wê yekê heye zarokên wan malbatan bîr û baweriyên tundrewiyê hilgirin eger li wan kampên bakur û rojhilatê Sûriyê bimînin.

Hikûmeta Dnîmarkî ya sosyal demokrat ji bo demeke dirêj li dijî vegerandina wan malbatan bû, lê bi gotina wê, ji bo parastina zarokan ji bûr û baweriyên tundrew wê ev biryar daye.

Li aliyê din Daîreya Koçberan li Danîmarka, di sala 2019 de, Şam weke bajarekî ewle bi nav kir û got jiyan li wir normal bûye û êdî divê xelkê Şamê vegerine cihê xwe.

Danîmarka heta niha 205 kerta niştecîbûnê welatiyê xelkê şamê ji wan standiye û 1250 kerta niştecîbûnê welatiyê jî lêkolînê li ser dike.

Niha kerta niştecîbûnê ji 461 penaberên Sûrî yên ji  bajarê Şamê û 350 penaberên derdora Şamê hatine sitandin, herwiha 50 penaber jî ji aliyê hikûmetê ve ji bo kampê hatine birin, û biryar bi wan hatiye dan ji Denmarkê werin derxistin. 

Ji despêkirina şerê navxwe yê Sûriyê heta niha nêzîkî 33 hezar pebnaberên Sûriyê penaberî Denmarkê bûne.