Serok Barzanî pêşwazî li Elî Qeredaxî kir

22-05-2021
RÛDAW
Nîşan Elî Qeredaxî Serok Barzanî Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -Serok Barzanî û Elî Qeredaxî civînek pêkanîn û tekezî li ser “pêwîstiya destgirtina bi bihayên bilind ên civakê û pêşxistina perwerdehiya tendirust û niştimanî kirin.”

Serok Mesûd Barzanî îro, 22/05/2021 li Selahedînê pêşwazî li Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman û şandeke hevbeş a Zanîngeha Geşepêdana Mirovî û Rêxistina Tevgera Mirovî li Kurdistanê kir.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên siyasî yên dawî hatin gitugokirin.

Her di vê civînê de li ser “karûbarên xêrxwazî, “girîngiya rêxistinên mirovî û xêrxwazî yên di alîkarkirina civaka Kurdistanê de danûstandina bîr û ramanan kirin.”

Herwiha hatiye diyarkirin, Serok Barzanê û Elî Qeredaxî di civînê de tekezî “li ser pêwîstiya destgirtina bi bihayên bilind ên civakê û pêşxistina perwerdehiya tendirust û niştimanî kirin.”

Di civînê de Sekreterê Poltîbura Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî û Endamên Polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî û Mehmud Mihemed amade bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst