Li Rojavayê Kurdistanê kelûpelên avahîsaziyê buha bûne

Qamişlo (Rûdaw) - Berî kêmtir ji sê mehan, hosteyên betonê ku karê avakirin û lêkirinê dikin, her metrekûbek bi 16 heta 17 hezar û 500 lîreyên Sûrî lêdikirin, lê niha wan karê xwe buhatir kiriye, ji ber bihabûna kelûpelan avahîsaziyê.

Newaf Remdan, Hostayê betonê derbarê vê yekê de dibêje: “Niha em her metre kûbek bi 22 hezar lîreyên sûrî digirin, lê beriya sê mehan me bakêtek bizmar bi 2500 lîreyên sûrî ti kirî niha em bi 8 l.s dikirin metra daran jî bi 500 dikirin berê bi 150 l.s bû.”

Karkerên avakirin û lêkirinê karê wan bi roja ye. Pereyê wan di navbera 4 heta 10000 hezar lîreyên Sûrî de ne. Her kes li gor kar û zanebûna xwe heqdest werdigire. Niha heqdestên xwe biha kirine lê hîn jî têra wan nake.

Ehemd Qewaq ku bi karekeriyê debara jiyana xwe dabîn dike, dibêje: “Roja min bi 10 hezar lîreyên sûrî ye û dîsan jî têra tiştekî nake, ji ber ku her dem kar tune ye, hevalê min jî xerabtir in bi 4 hezar lîreyên sûrî dixebitin.”

Li Herêma Cizîrê, nêzîkî 600 belênderên xwedî molet hene. Nêzîkî 400 projeyên lêkirinê li ber avakirinê ne. Belênder kelûpelên avakirinê yên sereke ji Başurê Kurdistanê bi dolar dikirin. Nirxê yek ton hesin 625 dolar e û tonek çîmento jî bi 77 dolaran e.

Idrîs Xelîl, xwediyê kompaniyayeke kelupelên avakirinê ye, ew dibêje: “Tona hesin bi 625 dolaran e, car caran jî dibe 650 dolar, tona çîmentoyê 77 dolar an 78 dolarî ye, mewadê bînayê remil buha kirine, remila em dikirin, remila xwecihî ye lê ji ber ku dolar buha bûye û ew jî sûda xwe dihesibînin, remil buha kirine. Pûdra ku ji me re ji navçeya Reqayê tê, buha kirine, kirêya otomobîlan giran bûye, yanî hema bêje karê me sekiniye, karê nû tine ye û her yên berê ne.”

Daketina nirxê lîreyên sûrî û nirxê dolar yê ne cîgir, tevgera avkirin û lêkirinê jî zehmet kiriye û ji ber vê yekê jî hin belênderan karên xwe rawestandine.