Rê nayê dayîn alîkariyên mirovî yên NY bigihijine Rojavayê Kurdistanê

23-05-2020
Rengîn Şero
Rengîn Şero
Ji ber rawestandina alîkariyên NY rewşa koçberan xerabtir bûye
Ji ber rawestandina alîkariyên NY rewşa koçberan xerabtir bûye
Nîşan Rojava Rojavayê Kurdistanê Netewên Yekgirtî NY Rûsya
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Ji ber rênedana alîkariyên mirovî yên Netewên Yekbûyî bo Rojavayê Kurdistanê rewşa koçberan xerabtir bûye. Ji ber vetoyeke Rûsî take deriyê sînorî 6 meh e girtî ye.

Ferhan Zekî koçberekî Serê Kaniyê ye û bi zehmetî dikare dermanên nexweşiyên xwe peyda bike. Vetoya Rûsyayê Ferhan û bi hezaran xelkên Rojavayê Kurdistanê û koçberên ku xwe li deverê girtin e  ji alîkariyên navdewletî bê beş hiştin e.

Ferhan Zekî dibêje, “Dermanên min pirr in feşar xwînê, şekir û nexweşiya demar bi min re ye, gelek caran ez diçim çend dermanxanan heta ku dermanê xwe peyda dikim, pêxmeber digot du tişt mirovan dikujin; xem û nexweşî.”

Xala sînorî ya Tilkoçer take deriyê sînorî yê navdewletî ye li Rojavayê Kurdistanê, bi vetoyeke Rûsî nêzikî 6 meh e girtî ye.

Di destpêka meha bê de Encûmana Ewlakariyê wê careke din pirsa deriyê sînorî yê Tilkoçer gengeşe bike û vetoyeke din a ji aliyê Rûsyayê ve jî dê rewşa xelkê li Rojavayê Kurdistanê û deverên di bin desthilata Rêveberiya Xweser de zehmetir bike.

Xalid Ibrahîm, Berpirsê Ofîsa Kar û Karûbarên Mirovî di Rêveberiya Xewser de dibêje, “Hema em bêjin ji aliyê tendirustî ve alîkariyên wan digihane 1,3 xelkê deverê bêtirî 40 ji sedî bû û gelek rêxistin jî bi wan re kar dikin wê bandorek pir xirab li deverê bike.”

Rêxistina Netewên Yekbûyî, sîwaneke mirovî ye û welatên xwedî bandor li Sûriyê hewl didin biryarên siyasî di bin siya vê sîwana mirovî de li ser Rojavayê Kurdistanê bisepênin.

Raportên NY amaje bi wê dike ku nêzîkî 1 milyon kes  li deverên di bin desthilata Rêveberiya Xweser de pêwîstiya wan bi alîkariyên lezgîn hene, di heman demê de rê li ber girtina deriya Tilkoçer nagire bi girtina wê xala sînorî jî dorpêç li ser xelkê bihêztir dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst