RIHA - Hikûmeta Tirkiyê kampa herî mezin a penaberên Rojava vala dike

22-05-2019
RÛDAW
Nîşan Kampa Suruc Riha Penaber Rojavayê Kurdistanê Hikûmeta Tirkiye Valakirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dest bi valakirina Kampa Surucê ya penaberên Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin û heya 23ê Hezîranê wê tevahiya kampê bê valakirin.

 

Hikûmeta Tirkiyê biryar da ku hejmareke kampên penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê yên li bajarên Dîlok û Rihayê vala bike û di vê çarçoveyê de jî ji kampa Surucê ya penaberên Rojavayê Kurdistanê heya niha 3 hezar kes hatine derxistin û biryar e 7 hezar kesên din jî heya 23ê Hezîranê jê bêne derxistin.

 

Li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin, wê hikûmet di astekî kêm de alîkariya wan penaberan bike ku li bajarên cuda bicîh bibin.

 

Ji Kampa Surucê piştî ku valakirinê dest pê kir hejmareke penaberên bajarê Kobanî ku di sala 2014an de ji ber êrîşa DAIŞê reviyabûn, vegeriyane Rojavayê Kurdistanê.

 

Kampa Surucê li Tirkiyê kampa herî mezin a penaberan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst